Rûspiyên eşîrên Kobanê: Divê em hişyar bin

Rûspiyên eşîrên kantona Kobanê diyar kir ku parastina welat tê wateya şerefê û bang li ciwanên herêmê kir ku parastina xaka xwe bikin.

Rûspiyên eşîrên Kobanê: Divê em hişyar bin
3 îlon, 2021   07:36
KOBANÊ - NÎHAD KERHO

Rûspiyê bi navê Mehmûd Kinco yê eşîra Mîran a li bajarê Kobanê ji ajansa me re axivî û got: "Ez pir kêfxweş im ku îro serbest bi zimanê xwe diaxivim, bêyî qeyd û bend alfabeya kurdî vedibêjim. Destpêkê divê mirov ji xwe pirs bike; ka em çawa gihaştine vê qonaxa hêja, lê em çi qasî bifikirin jî em ê bigihêjin yek bersivê ku ew jî bi saya şehîdên ku çeteyên DAIŞ`ê têk birin û qeyd û bendên tirsê li ser me şikandin, her wiha yên ku îro di encama bersivdayîna êrişên dewleta Tirk de şehîd dibin, em gihîştin vê astê."

Mehmûd Kinco bang li gelê herêmê kir ku xwe nespêrin tu aliyan, nexasim dewletên Ewropayê û wiha dewam kir: "Ma gelo ne ewropî bûn ku em kirin çar parçe û navê Kurdistanê ji nexşeyê rakirin? Baştirîn rê ji bo jiyaneke azad, berxwedan e."

Yek ji pûspiyên eşîra Kêtikan a bajarê Kobanê Izet Oskelî axivî û ev nirxandin kir: "Ez hêvî dikim ku zeman 30 salan bi paş ve bizivire, da ku dîsa bibim ciwan û li eniyên şer bikevim xendekên şeref û lehengiyê. Her wiha ji Kurd re isbat bikim ku çi qasî rastî zilmê werin jî, dev ji erda xwe bernadin û bi vîna xwe bend û qeydan bişikînim û sirûda azadiyê bibêjin."

Izet Oskelî wiha dewam kir: "Di dema bê de divê em hişyar bin, ji ber ku em li pêşberî qonaxeke dijwar in, em ê tê de rastî hemû cureyên şer werin, çi şerê yekser be yan jî şerê taybet, lê baştirîn rêya bersivdayînê girêdana bi axê ve û parastina wê ye."

Oskelî bang li şêniyên herêmê kir ku parastina erda xwe bikin û wiha dewam kir: "Şehîdên rastîn ew kes in ku parastina vê erdê bikin û li ser şehîd dikin, ne yê ku diçe û di deryayan de noq bibe û welatekî di nav xwînê de li pey xwe dihêle."

Rûspiyê eşîra Şêxan Ednan Ebas axivî û got: "Ger em kiryarên 2014`an dema çeteyên DAIŞ`ê êrişî Kobanê kir, bînin bîra xwe û zor û zehmetiya me li ser destên cendirmeyên Tirk kişand û nêzîkatiya wan a nîjadperestî bînin ber çavên xwe, em ê kêliyekê jî nefikirin ku em dev ji vî erdî berdin. Di heman demê de me bang li Xwedê dikir ku erdên me li me vegerîne da ku heta hetayê em dev jê bernedin."

Ebas da zanîn ku kesên dev ji vî erdî berdidin, xizmeta dewleta Tirk a dagirker dikin û wiha gotina xwe bi dawî kir: "Bi terikandina erda xwe hun derfeteke zêrîn didin Tirkiye, çima em yekser kiryarên Tirkiye bi serê me tîne ji bîr dikin? Ger em li Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî binêrin em ê bibînin ku tenê rêya berxwedanê li pêşiya me ye, yan mirineke birûmet an jî jiyana bişeref."

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/FmiNjhPwP6Y" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>