'Divê dewleta Tirk ji ber sûcên şer bê darizandin'

Hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişloyê Hêvî Seyîd got dewleta Tirk a dagirker bi rêya gazên kîmyewî û jehrî li herêmên gerîla sûcên li dijî mirovahiyê pêk tîne û kesên li hemberî vê yekê bê deng dimînin jî şirîkên sûc in.

'Divê dewleta Tirk ji ber sûcên şer bê darizandin'
3 îlon, 2021   00:26
NAVENDA NÛÇEYAN- ZANA DENÎZ

Artêşa Tirk li çiyayên Kurdistanê ji berxwedana gerîla derbên giran dixwe û bi bikaranîna gazên kîmyewî hewl dide berxwedanê bişikîne.

HPG'ê di daxuyaniya xwe ya 27’ê Tebaxê de ev bang kiribû: “Artêşa Tirk a dagirker ku li dijî gerîlayên HPG/YJA'yê nikare bi pêş ve biçe, ji bo şikandina berxwedanê gazên kîmyewî bi kar tîne."

HPG’ê piştî ku êrişên dagirkerî û qirkirinê yên 23'yê Nîsanê dest pê kirin, gelek caran bi daxuyaniyên bi heman rengî raya giştî agahdar kir û bal kişand ser xetereyên gengaz, her wiha banga hestiyariyê li hember vî sûcê li dijî mirovahiyê yê dewleta Tirk kir.

/kr/uploads/files/2021/09/02/192927_hevi-seyid.webp

Lê tevî hemû hişyariyan jî bêdengiya li hemberî van sûcên dewleta Tirk, ji bilî gelê Kurd û dostên wan, dewam kir. Hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişloyê Hêvî Seyîd û endamê Yekitiya Rewşenbîran a Herêma Cizîrê Xalis Mûsavîr bang kir ku dewleta Tirk ji ber van sûcan ji aliyê dadgehên navneteweyî ve were darizandin.

‘DEWLETA TIRK ÇEKÊN QEDEXEKIRÎ BI KAR TÎNE’

Hêvî Seyîd da xuyakirin ku çekên kîmyewî yên dewleta Tirk li hemberî gerîla bi kar tîne, ji aliyê peymanên navneteweyî ve wek çekên qedexekirî tên hesibandin, lewma bikaranîna wan sûc e û got: "Li hemû dewletan bikaranîna van çekan li gorî peymanên fermî qedexe ye. Ji bo çi û li dijî kê tê dibe bila bibe, sûcê şer ê li dijî mirovahiyê ye. Dewleta Tirk vî sûcî didomîne."

Hêvî Seyîd anî ziman ku yên li hemberî van sûcên dijmirovî yên dewleta Tirk bertekê nîşan nadin jî şirîkên vî sûcî ne û wiha axivî: "Bala xwe bidinê, gelek dewlet îdia dikin ku mafên mirovan diparêzin. Lê belê li pêşberî êrişên dewleta Tirk a faşîst bê deng in. Heta niha dewleta Tirk çend caran li Başûrê Kurdistanê gazên kîmyewî bi kar anîne. Li dijî vê yekê daxuyaniyek bi tenê jî nedan. Dewleta Tirk a dagirker dixwaze bi çekên kîmyewî zarokên me tune bike. Hêzên navneteweyî yên li hemberî vê bê deng dimînin, ji ber vê yekê şirîkên sûcên li dijî gelê Kurd in."

'DIVÊ HEYETÊN SERBIXWE LI CIHÊ ÊRIŞAN LÊKOLÎNAN BIKIN'

Hêvî Seyîd bangên fermandarê Biryargeha NPG'ê Murat Karayilan û hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik ên ji bo heyetên serbixwe lêkolînan bikin, bi bîr xistin û destnîşan kir ku divê heyetên serbixwe biçin herêmên ku çekên kîmyewî lê tên bikaranîn.

Hêvî Seyîd got: "Divê rêxistinên mafên mirovan ên navneteweyî û pisporên wan bi lez tev bigerin da ku lêkolînên pêwîst bikin. Di vî alî de divê daxuyanî û bangên birêz Cemîl Bayik û Murat Karayilan li ber çavan bên girtin. Gerîla hemû berpirsyariyên xwe bi cih tîne. Li hemberî vê yekê divê saziyên mafên mirovan ên navneteweyî tavilê bi berpirsyariya xwe rabin."

‘DEWLETA TIKR SÛCÊN LI DIJÎ MIROVAHIYÊ DIKE’

/kr/uploads/files/2021/09/02/192940_xalis-musavir.webp

Endamê Yekitiya Rewşenbîran a Herêma Cizîrê Xalis Mûsavîr jî got: "Li kîjan welatî dibe bila bibe, divê ji ber sûcê li dijî mirovahiyê bê darizandin. Ev yek di hiqûqê de bi awayekî vekirî tê ravekirin. Bikaranîna gazên kîmyewî li dijî mirovan nayê qebûlkirin. Hikumeta Tirk vê hêzê ji kê digire û kengî bixwaze gaza kîmyewî bi kar tîne. Divê Neteweyên Yekbûyî (NY) demildest der barê vê mijarê de lêpirsînê bide destpêkirin û rê li ber darizandina dewleta Tirk veke."

Mûsavîr bi bîr xist ku gaz ne tenê li dijî gerîla, her wiha li Serêkaniyê, Efrîn, Girê Spî jî hatin bikaranîn û got:  “Erdogan ji bo tunekirina gelê Kurd bi gazên kîmyewî êriş dike. Dixwaze herêmên ku bi salan e gelê Kurd lê dijî, vala bike û bê mirov bike. Tevî ku hêzên navneteweyî bi vê dizanin jî, ji bo berjewendiya xwe li dijî dewleta Tirk dengê xwe dernaxin. Li hemberî vê êrişa qirkirinê ya li dijî gelê Kurd, berpirsyariya her kesî heye ku dengê xwe bilind bike."

Xalis Mûsavîr diyar kir ku gazên kîmyewî yên li dijî gerîla di encama têkçûna dewleta Tirk de pêk hatiye û got:  "Gerîla li wan çiyayan bi berxwedaneke dîrokî li dijî hemû teknîkên çekên giran ên dewleta Tirk li ber xwe dide. Dewleta Tirk têk diçe û ji ber vê yekê çekên kîmyewî bi kar tîne.”

 ‘HELWESTA HÊZÊN NAVNETEWEYÎ LI GORÎ BERJEWENDIYÊN WAN E’

Mûsavîr destnîşan kir ku nelêpirsîna sûcên dewleta Tirk ên bikaranîna gazên kîmyewî ji ber wê yekê ye ku yên destek danê jî ditirsin ku ev sûc derkeve holê û got:  "Hêzên navneteweyî hemû bangan paşguh dikin. Ji ber ku baş dizanin dewleta Tirk li dijî gerîla gaza kîmyewî bi kar tîne û ditirsin ku ev rewş eşkere bibe."

Xalis Mûsavîr destnîşan kir ku divê gel jî li Başûr li dijî sûcên şer ên derveyî mirovahiyê yên li dijî gerîla her tim li ser pêyan be û got: "Divê em pêşiya ofîsên saziyên navneteweyî ku li hemberî sûcên dewleta Tirk bê deng dimînin, veguherînin qadên çalakiyan. Ji bo darizandina dewleta Tirk ji ber sûcên şer, divê em her tim çalak bin."

ANHA