'Serketine lihevkirina nû ya têkildarî Deryayê bi garantiya Rûsyayê ve girêdayî ye'

Şêniyên Dera li benda serketina peymana nû ya derbarê Dera El-Beled in. Rojnamevan û şîrovekarê siyasî yê sûrî Malik El-Hafiz diyar kir ku lihevkirin kopeyek ji nexşeya Rûsya ye, heger Rûsya wekî garantorê rasteqîn ê vê peymanê bimîne dibe ku serkeftina wê berdewam bike.

'Serketine lihevkirina nû ya têkildarî Deryayê bi garantiya Rûsyayê ve girêdayî ye'
3 îlon, 2021   04:15
NAVENDA NÛÇEYAN – ŞEYMA ELÎ

31'yê Tebaxa borî, Komîteya Navendî ya Dera, Rûsya ya garantor û hêzên hikumeta Şamê gihiştin lihevkirineke nû ji bo agirbestê li Derayê.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku hêzên hikumeta Şamê û Komîteya Navendî ya Horanê têkildar Derayê li hev kirin.

Li gorî SOHR,  bi komîteya ewlehiyê û şandeya Rûsyayê ji bo pêkanîna daxwazan ji roja duşemê ve lihevkirin pêk hat. Ji bendên lihevkirinê; agirbest pêk were, ji bo kesên ku tên xwestin û radestkirina çekan çareserî were dîtin, kesên ku naxwazin rewşa wan were çareserkirin ber bi bakurê Sûriyê ve werin veguhestin, polîsên leşkerî yên Rûsyayê derbasî Dera El-Beled bibe û ala hikumeta Şamê û Rûsya werin hildan, her wiha 3 xalên hevbeş di navbera ewlehiya leşkerî û Lîwaya 8'an a girêdayî Feyleqa 5'an werin danîn.

'SERKETINA LIHEVKIRINA DAWÎ GIRÊDAYÎ RÛSYA YA GARANTOR E'

/kr/uploads/files/2021/09/02/204958_whatsapp-image-2021-09-02-at-12.12.16-pm.webp

Têkildarî asta serketina lihevkirina nû li Dera El-Beled, rojnamevan û şîrovakarê siyasî yê sûrî Malik El-Hafiz got: "Lihevkirin kopyek ji nexşerêya Rûsya ye ya ku beriya çend rojan pêşkêş kiribû. Divê rola Rûsya  dawî li aloziya werîne ku endamên hêzên Îranê yên li Başûrê destekê didin aloziyê. Tehran hewl dide hebûna xwe li başûr xurt û mezin bike. Lê piraniya hêzên aktîv li Sûriyê rola Tehranê red dike ku her pêngavên ji bo çareserkirinê li Sûriyê asteng dike."

El-Hafiz diyar kir ku heger Rûsya garantor rasteqîn bimîne û bi aliyên erebî re di serî de Urdinê di nava koordîneyê de be, dîsa jî heger Amerîka nehêle aloziyeke leşkerî çêbibe dibe dê serkeftina vê peymanî dewam bike.

Girêdayî destpêka pêkanîna pêşniyara Rûsya piştî rojekê ji serdana qirakê Urdinê ji bo Rûsya, şîrovekarê siyasî Malik El-Hafiz got: "Xuyaye ku di navbera Urdin û Rûsyayê de li ser dosyaya Sûriyê de nêrîneke hevbeş heye, nemaze di hewldanên dîtina çareseriyeke guncaw ji aloziya li başûrê Sûriyê de."

DER BARÊ DERAYÊ DE LIHEVKIRINA RÛS-URDINÎ

Di demekê de ku lihevkirinên ku çareserkirina aloziya li Dera El-Beled berdewam dikin, 23'yê Tebaxa borî, qiralê Urdinê û serokê Rûsyayê civiyan.

Li ser vê civînê, rojnameya El-Ereb roja duşemê got: "Dosyaya ewlehî û geşdanên dawî yên li Deraya Sûriyê mijarên sereke yên diyalogan in ku di roja duşemê di navera qiralê Urdinê Ebdullah El-Sanî û serokê Rûsya Vladîmer Pûtin de pêk werin. Her wiha dê dosyayên girêdayî têkiliyên her du dewletan û pêşketinên herêmî û navneteweyî werin gotûbêjkirin."

ÎRAN GEFÊ LI URDINÊ DIXWE

Der barê fikarên Urdinê ji hebûna Îranê li başûrê Sûriyê de El-Hafiz wiha got: "Urdin hebûna Îranê li başûr red dike û wekî gefekê li ser ewlehiya xwe ya neteweyî dibîne. Ev tiştekî rast û mentiqî ye, nemaze ku hewldanên Îranê yên firehbûnê yên qirêj gelek dewletên herêmê wêran kirin. Her wiha metirsiyên mezin hene ku Îran başûr wekî dikeya qaçaxçîtiya hişbirê ber bi Urdin û Kendavê ve bi kar bîne, dîsa niyetên îraniyan ên bikaranîna dosyaya başûrê Sûriyê wekî kaxezeke li dijî rojavayan eşkere ne da ku projeyên xwe yên jehrî li herêmê xurt bike."

ÇEKDARAN BER BI BAŞÛRÊ SÛRIYÊ YÊ DAGIRKERÎ VE DIŞÎNIN

Komek çekdar ên ku pêşniyara Rûsyayê û çareserî bi hikumeta Şamê re red kirin li gorî du beşan ber bi herêmên bakurê Sûriyê ve yên ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatine dagirkirin, hatin şandin. Beşa yekemîn ji 8 kesan û ya duyemîn ji 79 kesan pêk dihatin.

25'ê Tebaxê SOHR ragihand ku di beşa yekemîn de, 8 çekdarên ji Dera El-Beled ên ku çareserî bi hikumeta Şamê re qebûl nekirin, gihiştin dergehê Ebû Zendîn ê nêzî bajarê Babê yê dagirkirî yê dikeve rojhilatê Helebê.

27'ê Tebaxê beşa duyemîn ku ji 79 kesên ji Dera El-Beled pêk dihat, gihiştin bajarê Babê yê dagirkirî.

SOHR diyar kir ku yên ku ber bi bakurê Sûriyê yê dagikirî ve hatin şandin, muxalif in û di nav de kesên ku ji hêzên hikumeta Şamê veqetiyan hebûn. Ev yek piştî çend saetan ji derbasbûna hêzên Feyleqa 8'an taxên Dera yên dorpêçkirî pêk hat. Hêzên Rûsya bi basên kesk çekdaran ber bi bakurê ve bi rê kirin.

Derhqê çekdarên xwecihî yên ku nexweşin biçin herêmên bakurê Sûriyê yên dagirkirî de, Malik El-Hafiz diyar kir ku çekdarên ku vê dawiyê derketin, opozisyona leşkerî ya berê ye ku li Derayê kar dikirin.

ÎRAN JI BO BERJEWENDIYÊN XWE DIYALOGAN TÊK DIBE

Rojnamvan Malik El-Hafiz bal kişand ser aliyên ku diyalogên berê têk birin û armanca wan ji vê yekê û got: "Îran û endamên wê yên li başûrê berpirsên têkbirina diyalogan in, hewl didin her lihevkirinekê xirab bikin da ku hebûna xwe li herêmê dirêj bikin.

Hin ji hêzên rejîmê alîgirên Rûsya ne û hin din ên Îranê ne. Yên alîgirên Rûsya dixebitin da rageşiya leşkerî raweste, li beramberî ku hêzeke leşkerî û ewlehî li seranserî parêzgehê ferz bike, lê aliyê alîgirê Îranê dixwazin ku başûr bibe dikeya leşkerî ji bo pêkanîna berjewendiyên Îranê, ji ber vê yekê her lihevkirinekê asteng dikin û hewl dide rewşê gûr bikin û dixwazin dorpêç û topbarana li ser sivîlan berdewam bikin."

Beriya lihevkirina nû, Dera El-Beled bi dijwarî dihat topbarankirin. Hêzên hikumeta Şamê gelek derver li Derayê bi dijwarî topbaran dikirin, di heman demê de Furqeya 4'an hewl didan ku derbasî Derayê bibe. Her wiha komên çekdar ên herêmî êriş dibirin ser bendên hikumetê. Li hemberî topbaranê xwepêşandan li dar ketin û banga agirbestê hatin kirin.

Li gorî SOHR, zêdetirî moşekên Ard-Ard li taxên Dera El-Beled ên dorpêçkirî ketin, hemwextî vê yekê li eniyên herêmî şerên giran rû didan

Li aliyekî din Furqeya 4'an bi piştgiriya komên alîgirên wê hewl da derbasî Dera El-Beled bibin. Li hemberî vê jî çekdarên herêmî êrişî bendên kontrolê yên hikumeta Şamê kirin.

SOHR diyar kir ku ji ber topbaranê, 22 kes jiyana xwe ji dest dan, di nav de 10 zarok û jin hebûn. Her wiha di şer de 26 leşkerên hikumeta Şamê û 17 çekdarên xwecihî hatin kuştin.

LI DERAYÊ TEVGEREKE NÛ ÇÊNABE

Têkildarî îhtîmala ku rewşa Dera vegere wekî berê rojnamevan û şîrovekarê siyasî Malik El-Hafiz got: "Ne mumkine ku em tevgereke nû li başûr bibînin, ji ber ku ji hêzên çekdar ên bi hêz hatin valakirin. Hina çend çekdar bi çekên sivik hene ku nikarin heya demeke pê şer bikin."

ANHA