Rêveberên HPC: Em amade ne civakê perwerde bikin

Endmaên rêveber ên Hêzên Parastina Civakî (HPC) diyar kir ku parastina erka her ferdekî ye û gotin, ew amade ne di hemû aliyan de civakê li ser xweparastinê perwerde bikin.

Rêveberên HPC: Em amade ne civakê perwerde bikin
3 îlon, 2021   01:45
HESEKÊ- OLVA HEC MANSÛR

Hêzên Parastina Civakî (HPC) destpêka 2015'an di kongreyekê de ku li bajarokê Rimêlan hatibû lidarxistin, hate ragihandin. HPC'ê ji şêniyên civakê pêk tên ku li tevahî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatine birêxistinkirin.

HPC'ê li gel hêzên leşkerî roleke pêşeng di parastina herêmê de dilîzin û beşdarî hemû pêngavên QSD'ê yên li dijî DAIŞ'ê de bûn.

Li navçeya Dirbêsiyê jî HPC'ê dewreyên perwerdeyê yên fikirî û leşkerî ji şêniyan, endamên saziyên sivîl re bi rêxistin dike. Ji destpêka 2021'an ve zêdetir 8 dewreyên perwerdeyê vekirin.

/kr/uploads/files/2021/09/02/193456_-.webp

Endamê HPC'ê yê navçeya Dirbêsiyê Îmad Biro diyar kir ku armanca wan ji vekirina dewreyên perwerdeyê da ku şênî karibin xwe, destekftiyên Rêveberiya Xweser û şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê biparêzin.

Biro destnîşan kir ku divê her ferdek ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê xwe bi rêve bibe, xwe, mal, tax û gundên xwe biparêzin û got: "Pêvajoya ku herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tê re derbas dibin pir hestiyar e, em dibînin ku dewleta Tirk a dagirker ji hemû aliyan ve êriş dike û hewl dide projeya Rêveberiya Xweser û neteweya demokratîk têk bibe, ji ber vê yekê divê gelê me li ser parastinê xwe perwerde bike."

/kr/uploads/files/2021/09/02/193511_-.webp

Endama HPC'ê Nûra Mihemed got: “Em navçeya Dirbêsiyê û hemû gundên girêdayî wê diparêzin. Parastin erka hemû şêniyên navçeyê ye."

Nûra destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker şerê taybet li dijî gelên herêmê dimeşîne, ji ber wê divê her kes xwe perwerde bikin û xwe biparêzin ku bersiva her xurt li hemberî hemû komployan in.

Nûra Mihemed her wiha diyar kir ku erka hêzên wan ew e ku gel li ser bikaranîna çekan perwerde bikin da ku karibin mal û taxa xwe biparêzin û wiha domand: “Em amade hemûyan perwerde bikin û di hemû waran de piştgiriya wan bikin."

Nûra Mihemed di dawiyê de got: “Xweparastinê, cewhera şoreşa me ye. Em bang li hemûyan dikin ku xwe perwerde bikin, li gel rewşên heyî parastinê xurt bikin.”

 (dm)

ANHA