Dewleta Tirk gundê Barê yê Şengalê bomebebaran kir- HATE NÛKIRIN

Balafira bêmirov a dewleta Tirk gundê Barê yê Şengalê bombebaran kir. Tê gotin ku di êrişê de kesek birîndar bû.

Dewleta Tirk gundê Barê yê Şengalê bomebebaran kir- HATE NÛKIRIN
2 îlon, 2021   16:23
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Rojnews'ê, balafireke bêmirov a dewleta Tirk a dagirker gundê Barê ya Şengalê bombebaran kiriye. Hate zanîn di encama êrişê de kesek birîndar bûye û rakirine nexweşxaneyê.

Liv û tevgera balafiran a li ser Şengalê dewam dike.

Têkildarî êrişê heya niha daxuyanî nehatin dayîn.

ANHA