​​​​​​​Çeteyan li Girê Spî 5 rûspî revandin

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker ji bajarokê Elî Baciliyê yê Girê Spî 5 şêx û rûspiyên eşîra El-Bû Esaf revandin.

​​​​​​​Çeteyan li Girê Spî 5 rûspî revandin
2 îlon, 2021   16:10
EYN ÎSA

Li gorî agahiyên ku çavkaniyan dane, çeteyên navê polîsên leşkerî xwe dikin yên girêdayî dewleta Tirk a dagirker duh girt ser bajarok Elî Baciliyê yê Girê Spî û ji eşîra El-Bû Esaf 5 rûspî revandin.

Li gorî çavkaniyan, navên rûspiyên hatine revandin wiha ne; Mihsin Xelîl Xelef El-Hesan, Mistefa Hesan Xelef El-Hesan, Îsamîl Serhan El-Xelef, Serhan El-Elî Selama û Ehmed Hisên Semio.

Çavkaniyan diyar kir ku şêx Mihsin Xelîl Xelef El-Hesan birayê rûspiyê eşîra El-Bû Esaf ê berî Ubeyd El-Hesan e yê ku di havîna 2019'an de hate qetilkirin.

Li gorî heman çavkaniyan, ev rûspî ku ber ku beşdarî daxuyaniya koma hema eşîrê ya girêdayê serçeteyê Ebû Cîhad nebûn, hatin revandin.

Beriya du rojan, komek ji eşîra El-Bû Esaf li gundê Um El-Îzam ê girêdayê bajarokê Elî Baciliyê bi daxuyaniyekê piştgirî dane çeteyên Tirkiyê. Lê piraniya ferdên eşîrê di nav de şêx û rûspiyên wê daxuyanî red kirin.

ANHA