Mîhrîcana Zarokan a li Hesekê bi belavkirina xelatan bi dawî bû

Mîhrîcana Hunera Zarokan a 6'an ya li Hesekê bi belavkirina xelatan bi dawî bû.

Mîhrîcana Zarokan a li Hesekê bi belavkirina xelatan bi dawî bû
Mîhrîcana Zarokan a li Hesekê bi belavkirina xelatan bi dawî bû
Mîhrîcana Zarokan a li Hesekê bi belavkirina xelatan bi dawî bû
Mîhrîcana Zarokan a li Hesekê bi belavkirina xelatan bi dawî bû
Mîhrîcana Zarokan a li Hesekê bi belavkirina xelatan bi dawî bû
Mîhrîcana Zarokan a li Hesekê bi belavkirina xelatan bi dawî bû
Mîhrîcana Zarokan a li Hesekê bi belavkirina xelatan bi dawî bû
2 îlon, 2021   17:45
HESEKÊ

Bi diruşma "Aştî bi xemla zarokan bedew dibe" Mîhrîcana Hunera Zarokan a 6'an duh bi beşdarbûna 19' koman li ser asta kantona Hesekê dest pê kir.

Mîhrîcan di Roja Aştiyê ya Cîhanê de ji Aliyê Tevgera Hîlala Zêrîn û Tevgera Mezopotamya ya Çand û Huner ve hate lidarxistin. Armanca mîhrîcanê birxêstinkirina zarokan û pêşxistina behreyên wan ên hunerî ye.

Mîhrîcan li Hola Silko ya taxa Xişman a bajarê Hesekê bi beşdarbûna bi sedan zarok û malbatên wan û endamên navend û saziyên sivîl di roja duyemîn de bi dawî bû.

Di her du rojan de 19 komên govend, mûzîk, stran, şano û helbest daketin ser dikê û hunerên xwe pêşêkş kirin. Her wiha wênexêzên zarokan û peykerên ku çêkirine hatin pêşandan.

Mîhrîcan bi belavkirina xelatan li zarokên beşdar bi dawî bû.

ANHA