Li Hesekê panela " Rewşenbîr û asoyên çareseriya siyasî li Sûriyê"

MSD'ê bi armanca nêzîkirina nêrînên rewşenbîran ji rewşa siyasî û çandî, panelek bi navê "Rewşenbîr û asoyên çareseriya siyasî li Sûriyê" li bajarê Hesekê li dar xist.

Li Hesekê panela " Rewşenbîr û asoyên çareseriya siyasî li Sûriyê"
Li Hesekê panela " Rewşenbîr û asoyên çareseriya siyasî li Sûriyê"
Li Hesekê panela " Rewşenbîr û asoyên çareseriya siyasî li Sûriyê"
Li Hesekê panela " Rewşenbîr û asoyên çareseriya siyasî li Sûriyê"
Li Hesekê panela " Rewşenbîr û asoyên çareseriya siyasî li Sûriyê"
Li Hesekê panela " Rewşenbîr û asoyên çareseriya siyasî li Sûriyê"
2 îlon, 2021   16:42
HESEKÊ

57 rewşenbîr, siyasetmedar û kesayetên serbixwe beşdarî panelê bûn.

/ar/uploads/files/2021/09/02/151825_amynh-amr.webp

Panel bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Piştre Hevseroka Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Emîne Omer rewşa siyasî nirxand.

Emîne Omer diyar kir ku diyalogên bi hikumeta Şamê re sekinîne,  lê ne qut bûne, ji ber hikumeta Şamê girîngiyê nade çareserkirina aloziya Sûriyê.

Têkildarî daxuyaniyên serokê hikumeta Şamê Beşar Esed, Emîne Omer wiha got: "Bi rastî di daxuyaniyên serokê Sûriyê Beşar Esed de tiştên nû hebûn ku bal kişand ser du xalan; nabe rewşa Sûriyê vegeriya beriya 2011'an, ev xal erênî ye û ya din rêveberiya nenavendî ye.

Em di aliyê siyasî de erênî li van daxuyaniyan dinêrin, lê heger em li diyalogên bi hikumeta Sûriyê re vegerin dê li ser esasê du xalên navborî bin."

Emîne Omer destnîşan kir ku strateiya MSD'ê diyar e;  çareseriyeke rasteqîn a sûrî-sûrî  û lidarxistina diyalogan bi gelek aliyan re ye.

Hevseroka MSD'ê li ser êrişên dewleta Tirk jî da zanîn ku êrişên Tirkiyê ne tiştekî nû ne, tevî lilihevkirinên agirbestê hene, lê di demên dawî de êrişên xwe yên xeter zêde kirin, da ku projeya Rêveberiya Xweser têk bibe. Her wiha diyar kir ku êrişên li ser navenêdn ewlehiyê û tîmên tenduristiyê zêde kirine.

Emîne Omer bal kişand ser bêdengiya navneteweyî bi taybet hêzên garantor û got, divê Amerîka li hemberî êrişên dewleta Tirk ji bêdengiya xwe derkeve.

Têkildarî diyalogên di navbera partiyên kurdî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de, hevseroka MSD'ê Emîne Omer ev tişt diyar kir: "Ji ber destwerdanên herêmî, bi taybet Tirkiyê diyalogên kurdî-kurdî sekinîne, piştî vegera balyozê Amerîkayê diyalog dîsa dest pê kirin, lê bi vê rewşê dê diyalog ne hêsan û bê encam be. Tevî ku Fermandarê Giştî yê QSD'ê Mezlûm Ebdî di pêkanîna yekitiya kurdan de bi israr e, lê dewleta Tirk van diyalgoan asteng dike."

/ar/uploads/files/2021/09/02/151840_abd-alwhab-byrany.webp

Di mijara duyemîn a girêdayî rola rewşenbîran û asoyên çareseriya siyasî de, nivîskar Ebdulwehab Pîranî bal kişand ser pergalên siyasî yên ku berê civak hikum kirine û îşaret pê kir ku rewşenbîr bi desthilatdariyê ve hatibûn girêdan û navê "Rewşenbîrên Desthilatdariyê" li wan kiribûn, di encamê de bandor li cih û rola pêşeng a rewşenbîran di xebata siyasî û niştimanî de kir.

Pîranî bi domdarî got: "Tevgera gel a li Sûriyê ya sala 2011'an dest pê kir, ji bo rewşenbîrên Sûriyê pêvajoyeke girîng bû ku rewşenbîrên Sûriyê li pêşberî ezmûneke cûda ku asta kurahiya vebijêrka mirovî û ragihandina azarê gel  danî."

Ebdulwehab Pîranî diyar kir ku divê rewşenbîr bi cesaret be, gotina rast bêje û dengê gel be.

Panel bi nîqaşan bi dawî bû.

ANHA