Li Tebqa û Dêrazorê bi boneya Roja Aştiyê meş hatin lidarxistin

Bi sedan şêniyên Tebqa û Dêrazorê bi boneya 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê meşiyan.

Li Tebqa û Dêrazorê bi boneya Roja Aştiyê meş hatin lidarxistin
Li Tebqa û Dêrazorê bi boneya Roja Aştiyê meş hatin lidarxistin
Li Tebqa û Dêrazorê bi boneya Roja Aştiyê meş hatin lidarxistin
Li Tebqa û Dêrazorê bi boneya Roja Aştiyê meş hatin lidarxistin
Li Tebqa û Dêrazorê bi boneya Roja Aştiyê meş hatin lidarxistin
2 îlon, 2021   13:46
TEBQA – DÊRAZOR

Bi boneya Roja Aştiyê ya Cîhanê Nivîsgeha Kombûna Jinên Zenûbiya ya Tebqayê meşek bi diruşma "Bi rihê şehîd Sosin em ê şoreşa xwe biparêzin û aştiyê biafirînin" li dar xist.

Meşa ku bi sedan şênî tev lê bibûn ji pêşiya Nivîsgeha Kombûna Jinên Zenûniya dest pê kir û di nava kolanên sereke yên bajar de geriya. Di meşê de diruşmeyên silavkirina berxwedana jinan hatin berzkirin.

Meş li pêşiya Navenda Çand û Hunerê ya Tebqayê veguherî mîtîngê û deqeyeke rêz hate girtin.

Bi navê Kombûna Jinên Zenûbiya endama rêveber a kombûnê Selwa El-Xelef axivî û got: "Rexmî danûstandin û kongreyên cîhanê yên ji bo nîqaşkirina rêbazên pêkanîna aştiyê û belavkirina nameya hezkirin, biratî û aştiya navxweyî, lê civata navneteweyî di belavkirina aştiyê de xemsar e."

Ji şervanên YPJ'ê Ala Bexîb jî soza domandina xeta têkoşînê û pêkanîna aştiyê li herêmê da.

Hevseroka Meclisa Qanûnsaz a Rêveberiya Sivîl a Tebqayê Huda El-Ewn bal kişand ser sûcên dewleta Tirk a dagirker û got, dewleta Tirk li pêş çavê cîhanê gefên li aştiya herêmê dixwe.

Mîtîng bi diruşmeyên banga aştiyê bi dawî bû.

DÊRAZOR

Bi heman boneyê, bi sedan şêniyên gundewarê Dêrazorê meşek li dar xist.

Di meşê de axaftin hatin kirin. Di axaftinan de bang li civata navneteweyî hate kirin û destwerdanê bikin û sûcên dewleta Tirk ên li dijî şêniyên herêmê rawestînin.

Her wih wiha banga xurtkirina têkoşînê heta derxistina dagirkeran û pêkanîna aştiyê hate kirin.

Meş bi diruşmeyên banga aştiyê bi dawî bû.

ANHA