Rêveberiya Xweser Sorxwîn ji ber kilîba wê xelat kir

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê Navneda Pargîn a Lêkolîn û Parastina Kevneşopiya kurdî û Sorxwîn a biçûk ji ber kilîba wê xelat kirin.

Rêveberiya Xweser Sorxwîn ji ber kilîba wê xelat kir
Rêveberiya Xweser Sorxwîn ji ber kilîba wê xelat kir
Rêveberiya Xweser Sorxwîn ji ber kilîba wê xelat kir
Rêveberiya Xweser Sorxwîn ji ber kilîba wê xelat kir
2 îlon, 2021   14:19
QAMIŞLO

Navenda Pargîn a Lêkolîn û Parasatina Kevneşopiya Kurd beriya çend mehan bi armanca parastina çand, huner û kevneşopiya kurdî ya herêma Koçerat a navçeya Dêrikê hata avakirin.

Nûnerên Desteya Çandê û endamên Navenda Pargîn serdana avahiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê ya li navçeya Amûdê kir û ji aliyê hevserokatiya desteyê Talat Yûnis û Nezîra Gewriyê ve hatin pêşwazîkirin.

Kilba dawî ya "Payîzok" ya ji aliyê Navenda Pargîn ve hate derxistin, li ser medyaya civakî bû trend. Di kilbê de zaroka bi navê Sorxwîn a 11 salî stranên folklorî dibêje.

Rêveberiya Xweser bi plaketekê Navenda Pargîn xelat kir, her wiha tembûrek pêşkêşî Sorxwîn kir

Bavê Sorxwîn, Xalid Sadûn ji ANHA'yê re axivî û diyar kir keça wî Sorxwîn dengê wê xweş e û stranên folokorî dibêje, her wiha got: "Sorxwîn her tim ji min pirs dikir, çima dixwazin fêrî van cûre stran bibin. Min jê re digot, dixwazin tu di pêşerojê de bibe hunermendeke balkêş."

Bavê Sorxwîn bal kişand ser zehmetiyên ku keça wî di perwerdeyê de didît û got: "Sorxwîn zehmetiyên bilêvkirina peyvên wêjeyî didît ku pêwîstî bi nefeseke kûr heye, lê bi piştgirî û teşwîqkirinê perwerdeya xwe domand."

Sorxwîn Sadûn jî got: "Ji beriya 5 mehan ve tev li Navenda Pargîn bûm. Ev stran a min a yekemîn e, niha ji bo stranên nû dixebitin. Ez gelekî kêfxweş bûn, dema ku bikarhênerên medyaya civakî ji stranên hez kirin."

ANHA