Çeteyên dewleta Tirk a dagirker 3 welatî li Mabata û Şiyê revandin

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker 3 welatî li navçeyên Şiyê û Mabata yên kantona Efrînê ya dagirkirî revandin.

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker 3 welatî li Mabata û Şiyê revandin
2 îlon, 2021   12:14
ŞEHBA

Çavkaniyên ji Efrînê ragihand ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker duh şêniyê bi navê Ebdulqadir Seydo li ser bendeke çeteyan ya li têketina bajarê Efrînê, revand.

Ebdulqadir Seydo ji şêniyên gundê Birîmce yê Mabatayê ye û mala wî ya niha li Efrînê ye.

30`yê Tebaxê çeteyên Lîwa El-Weqas ên li gundê Anqelê yê navçeya Şiyê bi ser mala Azad Kemal Hesen (32) û Arif Şikrî (32) de girt û ew revandin.

Heman çavkaniyan bi bîr xist ku çeteyan her sê şênî ber bi cihekî nediyar ve revandine.

(şx)

ANHA