Bangewaziyên girtina tedbîran li hemberî pêla 4`an a Koronayê

Serokê beşa hemşîreyan a Nexweşxaneya El-Raşîd hişyarî da ku pêla 4`an a vîrusa Koronayê (delta) gelekî xeternak e. Her wiha bang kir ku tedbîrên xweparastinê bigirin da ku vîrus belav nebe.

Bangewaziyên girtina tedbîran li hemberî pêla 4`an a Koronayê
2 îlon, 2021   11:31
HESEKÊ-BASIM EL-DEXÎL

Ji destpêka belavbûna pandemiya Koronayê ve gelek cureyên wê derketin. Lê ya herî xeternak cureya delta ye. Hemwextî zêdekirina tedbîrên xweparastinê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê serokê beşa hemşîreyan a Nexweşxaneya El-Raşîd a Şedadê Husam Sirûr hişyarî da ku ev cure gelek xeternak e û bi awayekî lezgîn belav dibe.

Sirûr ji ajansa me re axivî û got: “Ji ber pêla çaremîn (delta) ya vîrusa Koronayê niha herêm di rewşeke nû û xeternak re derbas dibe.”

Sirûr wiha domand: “Divê em şîret li şêniyan bikin. Divê biçûk û mezin tedbîrên xweparastinê bigirin. Ji cihên qerebalix dûr bikevin û maskan bi kar bînin.”

Sirûr diyar kir ku li herêmê nebikaranîna maskan pirsgirêkeke bingehîn e û wiha domand: “Em hêvî dikin ku Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser girîngiyê bide vê mijarê, maskan peyda bike yan li navendên tenduristiyê belav bike yan jî ji dermanxaneyan û dikanan re bi nirxên guncew peyda bike.” 

Sirûr daxuyand ku divê tîmên tenduristiyê werin perwerdekirin da ku waneyan li ser cureya delta a vîrusa Koronayê û metirsiyên wê yên li ser jiyana hemû çînên civakê, bidin.

Desteya Tenduristiyê di vê dawiyê de hişyarî dabû ku vîrus li ser şêniyan gelek xeternak e û divê tedbîrên xweparastinê bigirin. Her wiha desteyê diyar kir ku dibe qedexeya beşî li herêman were ferzkirin.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/HQAQSUuqUNw" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>