Li Yemenê şer dîsa gur dibe

Di 48 saetên dawîn de, şerê di navbera hêzên alîgirên hikumeta Yemenê û koma Ensarellah El-Hûsî de li derdorê bajarê Meirib ê bakurê Yemenê gur bû û 65 çekdar ji her du aliyan hatin kuştin.

Li Yemenê şer dîsa gur dibe
2 îlon, 2021   11:28
 NAVENDA NÛÇEYAN

Rayedarekî hikumeta Yemenê ji AFP`ê re ragihand ku di 48 saetên dawîn de li herêma başûrê bajarê Meirib ê Yemenê di şer de 22 çekdarên alîgirên hikumetê û 43 endamên Hûsiyan hatine kuştin.

Komên Hûsiyan di Sibatê de dest bi pêşdeçûna ber bi bajarê Meirib ve kiribû da ku tevahiya bakurê Yemenê kontrol bikin.

Li gorî rayedarên leşkerî, şerê ku di hefteyên dawîn de hatibû rawestandin, di rojên borî de careke din gur bû û Hûsiyan êrişên berfireh li dijî nuqteyên hêzên hikumetê pêk anîn.

(cx)