Li Til Temirê şehîd Zeyneb hate oxirkirin

Bi sedan şêniyên navçeya Til Temirê şehîd Zeyneb oxir kirin.

Li  Til Temirê şehîd Zeyneb hate oxirkirin
2 îlon, 2021   11:43
HESEKÊ

Şêniyan cenazeyê şervana YPJ`ê Asya Oso (Zeyneb) ji Meclisa Malbatên Şehîdan wergirt û bi karwanekî ber bi goristana şehîdan a navçeya Til Temirê ve ketin rê. Zeyneb dema erka xwe ya leşkerî pêk dianî, şehîd bû.

Li goristanê merasîmê bi bîranîna cangoriyên azadiyê dest pê kir. Bi sedan şêniyên Til Temir, şervanên Meclisa Leşkerî ya Til Temirê, şervanên YPJ û endamên meclisên bajêr beşdarî merasîmê bûn.

Di merasîmê de, bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan a Til Temirê Mihemed Tahir wiha axivî: "Em ji Til Temira berxwedêr dibêjin ku em ê heta pêkanîna armancên şehîdan li ber xwe bidin û em ê şopdarên rêya wan bin."

Tahir hemû şehîdên azadiyê bi bîr anî û berxwedana şervanên di eniyên şer de silav kir.

Ji fermandarên YPJ`ê Çîçek Zagros jî axivî û şehîd Sosin Bîrhat, Rênas Roj û Egîd Girkê Legê bi bîr anîn û got: “Zeyneb jî şopdara rêya wan bû.”

Çîçek diyar kir ku dijminê gelê herêmê nirxên mirovî nas nake û ji bo jiyaneke bi rûmet dibê gel şer bike û li ber xwe bide û wiha domand: “Divê dijmin bizanibe ku vîna me nayê şikandin, kesek nikare vîna me têk bibe, ji ber ku yên mîna Sosin û Zeynebê parastina van destkeftiyan dikin.”

Apê şehîd Zeyneb, Ebdulrezaq Oso jî wiha axivî: “Dijminê me dixwaze moral û vîna me bişikîne. Lê divê bizanibin ku em ê heta dawiyê vê axê û destkeftiyên şehîdan biparêzin.”

Oso piştrast kir ku ew ê her tim şopdarên rêya şehîdan bin.

Piştî axaftinan, wesîqeya şehîd Zeyneb hate xwendin û û radestî malbata wê hate kirin.

Di dawiya merasîmê de, girseya gel cenazeyê şehîd Zeyneb li goristana şehîdan a Til Temirê veşart.

ANHA