Sersaxî ji malbata şehîd Hogir Botan re hate xwestin

Bi sedan şêniyên Dêrik, Çilaxa, Til Koçer û Girkê Legê îro sersaxî da malbata şehîd Hogir Botan ku di encama nexweşiyekê de li Hesekê şehîd bûbû.

Sersaxî ji malbata şehîd Hogir Botan re hate xwestin
2 îlon, 2021   10:43
 QAMIŞLO

Bi sedan şêniyan berê xwe da konê sersaxiyê yê li Girkê Legê û sersaxî da malbata şehîd Ebdulezîz Yaşil (Hogir Botan).

Di merasîma sersaxiyê de, bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan Mihemed Cemîl, bi navê Kongreya Star Hediye Mihemed, bi navê PYD`ê Hisên Remedan û bi navê malbata şehîd Egîd Îbrahîm axivîn.

Axêveran bal kişand ser girîngiya berxwedana li hemberî peymanên navneteweyî yên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û projeya wê ya ku ji aliyê gel ve û bi saya fedakariyên şehîdan hatine avakirin.

Her wiha soza şopandina rêya şehîdan heta pêkanîna serkeftin û azadiyê û mayîndekirina jiyana hevbeş, hate dubarekirin.

Hogir Botan şervanê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bû û di encama nexweşiyeke giran de li bajarê Hesekê şehîd bûbû.

(cx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/cAcjPQjotLo" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>