Gerînendetiya Jîngehê ya Firatê têkildarî şewata li Bakurê Kurdistanê bang kir

Gerînendetiya Jîngehê ya herêma Firatê bi daxuyaniyekê bang li saziyên navneteweyî yên pêwendîdar kir ku destwerdanê bikin û jîngeh û xwezaya Bakurê Kurdistanê biparêzin.

Gerînendetiya Jîngehê ya Firatê têkildarî şewata li Bakurê Kurdistanê bang kir
2 îlon, 2021   11:19
KOBANÊ

Têkildarî şewata li daristanên Bakurê Kurdistanê û qedexekirina vemirandina agir ji aliyê dewleta Tirk ve, Gerînendetiya Jîngehê daxuyaniyek da. Daxuyanî ji aliyê endama gerînendetiyê Rojhilat Memê ve hate xwendin. Daxuyanî li qada gerînendetiyê ya Kobanê hate dayîn.

Di daxuyaniyê de hate gotin êrişên dewleta Tirk bandorê li xwezaya herêmê dikin û hate diyarkirin ku artêşa Tirk a dagirker derfetê nade agirkujan ku şewata li daristanên Bakurê Kurdistanê nexasim li herêma Çewlik, Bedlîs û Şirnexê vemirînin.

Her wiha hate diyarkirin ku ji aliyekî din ve nexasim li Efrînê darên zeytûnan têne qutkirin û berhemên wê tên talankirin.

Di daxuyaniyê de birîna daran hate şermezarkirin û hate gotin ev sûcekî li dijî jîngeh û mirovahiyê ye.

Gerînendetiyê di daxuyaniya xwe de bang li saziyên cîhanî yên pêwendîdar kir ku parastina jîngehê bikin.

(bx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/sGA0J_qPc6M" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>