Wiegand: Heta ku Talîban şertan pêk neyne têkiliyên fermî pê re çênabin

Gunnar Wiegand destnîşan kir ku Yekitiya Ewropayê dê ji bo itîrafa fermî ya bi Talîbanê lez neke û got têkiliyên fermî bi Talîbanê re dê çênebin, heta ku tevger şertên pêwîst pêk bîne.

Wiegand: Heta ku Talîban şertan pêk neyne têkiliyên fermî pê re çênabin
2 îlon, 2021   10:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî AFP’ê, gerîndeyê kar û barên Asya û Pasîfîkê yê Servîsa Kar û Barên Derve ya Yekitiya Ewropayê (EEAS) Gunnar Wiegand got têkiliyên fermî bi Talîbanê re dê pêk neyên, heta ku tevger şertên pêwîst pêk bîne, di nav de rêzdariya mafên mirovan û gihaştina xebatkarên alîkariyê bêyî şertan.

Wiegand piştrast kir ku guman li gel endamên Yekitiya Ewropayê tune ye û di çarçoveya Koma G7’an de, pêwîstî bi dan û standina li gel Talîbanê heye û dive bandorê li Talîbanê bikin.

(bx)