Munîr Edîb: Talîban amadekariya avakirina îmareteke îslamî dike

Pisporê karûbarên Tevgerên Îslamî û Terora Navneteweyî Munîr Edîb got Talîban hewl dide îmarateke îslamê li Efganistanê bi piştevaniya amerîkî, tirkî û qeterî ragihîne. Lê tê texmînkirin ku serhildaneke gelê efganî li hember Talîbanê pêk were.

Munîr Edîb: Talîban amadekariya avakirina îmareteke îslamî dike
2 îlon, 2021   04:16
NAVENDA NÛÇEYAN-EKREM BERAKAT

Vekişîna Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ji Efganistanê û kontrolkirina Talîbanê a li ser welat rê li pêşiya gelek nirxandinan vekir. Çavdêran vekişandina Amarîka wekî têkçûnê bi nav kir, hinek din ew wekî siyaseta vehewandina Talîbanê dît, hin kesên din jî ew vekişîn wekî tevgerekê li dijî Çîn û Rûsyayê bi nav kir.

Piştî biryara DYA'yê ya vekişînê bi hezaran efganî koçberî welatên cîran bûn, balafirgeha Kabulê bi kesên ku ji hukma Talîbanê direvin tijî bû. Paşê li balafirgehê çeteyên DAIŞ`ê êrişên xwekuj pêk anîn ku di encamê de nêzî 113 kesan jiyana xwe ji dest da û bi sedan kesên din jî birîndar bûn.

Talîbanê bê berxwedanî, bi temamî Efganistan kontrol kir. Serokê Efganistanê Eşref Xenî reviya û qesra serokatiyê radestî lîderên tevgerê kir. Tevgera Talîbanê di 30'ê Tebaxê de piştî kontrolkirina balafirgeha Kabulê û derketina balafira dawî ya leşkerên DYA'yê, serkeftina xwe pîroz kir.

Li aliyê din, Ehmed Şah Mesûd li dijî Talîbanê, ji herêma Panjshirê hîna ne di bin kontrola tevgera Talîbanê de ye serhildan ragihand.

Pisporê Tevgerên Îslamî û Terora Navneteweyî Munîr Edîb di hevpeyvînekê li gel ajansa me de got gelê Efganistanê ku bi qehremaniya xwe tê naskirin dê serî li hemberî Talîban netewîne û wê hewl bide tevgerê bi bin bixe.

Hevpeyvîn wiha ye:

Hûn rewşa Efganistanê ya niha çawa dinirxînin?

Rewşa Efganistanê ne baş e. Pir nêzîke ku li wir Talîban îmareteke îslamî ava bike. Ev yek bi destekeke amerîkî û mixabin ji ber helwestên civata navneteweyî û bi sponseriya dewleta Tirk û Qeterê de pêk tê.

Metirsiya ji vê îmaratê ew e ku bibe gelek rêxistinên tundrew di sêrî de El-Qaîde û rêxistinên din ên xwecihî û herêmî di nava xwe de bihewîne. Dê li Efganistanê bi rêya Talîbanê kar bikin. Yan jî dê sûdê ji binkeftina Talîbanê ku nikare Efganistanê kontrol bike bigirin. Teqîna li balafirgeha Kabulê ya ji aliyê Wîlayeta Xerasanê pêk hatî, isbata vê yekê ye.

Di vê dawiyê de li balafirgeha Kabulê teqîn pêk hatin û DAIŞ`ê hilgirt ser xwe. Bi nêrîna wê kontrolkirina Talîban a li ser Efganistanê, DAIŞ vejand?

Belê, bê guman ev rast e, teqîna li balafirgeha Kabulê û êrişa bi roketan a li dijî balafirgehê vê yekê piştrast dikin. Li gorî baweriya min bûyerên ku dê di roj û mehên bê de rû bidin wê encameke rastîn a hebûna Talîban a li ser desthilatê bin.

Hebûna îmareteke Îslamî dibe ku nîşaneyeke xeternak be, ku bi xwesteka Talîban be yan na dê hemû komên tundrew hemêz bike. Ez difikirim ku Talîban nikaribe rewşa ewlehiyê kontrol bike.  Anku em dikarin bibêjin ku ev rêxistin çi Qaîdaye Cîhadê û Wîlayeta Xerasanê hebûna Talîban li Efganistanê bi kar bînin. Piştre li dijî dijberên xwe çi li Efganistanê yan jî derveyî wê êrişan pêk bînin.

Bi nêrîna we çima gelê Efganistanê serî li hemberî Talîban hil nade?

Destpêkê, li aliyê bakurê Efganistanê li Panjshirê serhildanek li bakurê rojhilatê Kabulê bi serkêşiya Ehmed Mesûd dest pê kir. Ez texmîn dikim ku ev tevger dê mezin bibe û hilweşandina Talîbanê bi destê wê ye û dê kiryarên Talîbanê bibin sedema hilweşîna wê.

Talîban ji nijada Pashtun e. Ev nijad nûnertiya nêzîkî ji sedî 60 xelkê Efganistanê dike û ez bawer dikim ku ji ber vê sedemê efgan nêzî Talîban in û wê qebûl dikin. Her wiha tevgera Amerîkayê ev nêzîkbûn zêde kir. Hinek dibêjin ku tevgara Talîban a 2021`an ji  ya 1996`an cudatir e ku desthilat kontrol dikir.

Dê ji gelê efgan re hemû tiştên ku min li jor bi bîr xistine, di dema bê de zelal bibin. Dê bibe destpêka binkeftina tevgera tundrew a li Efganistanê. Wê demê em ê ji gelê efgan re bibêjin serî hilde.

Hûn tevgera Ehmed Şah Mesûd çawa dinirxînin. Vê tevgerê berxwedana li dijî Talîban ragihand û dê rê nede ku Talîban derbasî Panjshirê bibe?

Tevgera Ehmed Mesûd a li Panjshirê tevgereke nû ye. Ew vedigerin nijada Tajîk û ji nijada Talîban cuda ye. Lê ew mezin û fireh dibe. Ew li dijî reftariyên tevgera Talîban a tundrew in. Ev tevger, tevgereke serhildêr e û heke civata navneteweyî xwedî lê derkeve dê bi ser keve. Lê mixabin civata navneteweyî piştgiriya Talîbanê dike.

Heke civata navneteweyî piştgiriya tevgera Ehmed Şah bike, ez bawer dikim ku dê helwest were guhertin. Wê demê dê ev tevger di nava civaka efganî de mezintir bibe û pê re desthilata Talîban bi dawî bibe. Yan jî herî kêm dê li Efganistanê şirîkên bihêztir û mezintir hebin û dê bi rêya wan rewşa li welêt dê were birêvebirin.

Gelo gelê Efganistanê ku bi qehremaniya xwe tê naskirin, dê tevgera Talîban di deshtilatê de qebûl bike?

Ez bawer nakim. Gelê efganî bi lehengiyên xwe tê naskirin û dê hebûna Talîban di desthilatê de qebûl neke. Dê hewl bide wê bi bin bixe.

Derketina derdora 100 hezar efganî ji Efganistanê isbata vê yekê ye ku tevgera Talîban bi bin dikeve. Ew hikma Talîban qebûl nakin. Hinek din jî difikirin ku berxwedanên mîna li Panjshirê dê bi ser keve. Wê gelek komên din jî li dijî Talîban derkevin.

Heke piştgiriya navneteweyî tunebûya û Talîban ne ji nijada Pashtun bûya, wê nedikarî Efganistan kontrol bikira.

Hûn reftariya DYA`yê ya li hemberî tevgerên tundrew çawa dinirxînin?

Têkiliyên DYA`yê bi tevgerên tundrew re hene û wan bi kar tîne. Piştgiriya ku dide dewleta Tirk gotinên min isbat dikin. Yanî ew bi qasî ku piştgiriya komên tundrew dike, piştgiriya azadiyê û serxwebûnê nake. Bi nêrîna min Amerîka destekê dide Talîban, Ixwan Mislimîn û Tirkiye ji ber ku hevalbendeke wê ya stratejîk e. Lê ev têkilî di vê dawiyê de piştî ku Tirkiyê pergala parastinê S-400 ji Rûsyayê kirî, nebaş bûn.  

Bi nêrîna we Talîban, DAIŞ, El-Qaîde û Ixwan Mislimîn dişibin hev?

Rûya şibandinê ya sereke tundrewî ye. Ew hemû tevgerên tundrew in. Hinek ji wan sînor û parzemînan derbas kirine. Hinek bi awayekî yekser û diyar kar dike û dikuje. Hinek rêxistinên din di warê siyasî de kar dikin. Tevgera Talîban û Ixwan Musilmîn di vî warî de kar dikin yanî siyaset. Ne ku naxwazin tundiyê bikin, lê belê dixwazin zemînekê ji xwe re ava bikin da ku bi hêsan kontrol bikin. Heke bi bin ketin jî tundiyê bi kar tînin. Tundî hertim heye û asta wê di navbera wan tevgeran de cuda dibe.

Piştî Şerê Cîhanê yê Yekemîn, dewletên netewperest ava bûn, Kurdistan hat parçekirin. Piştî Şerê Cîhanê yê Duyemîn jî Îsraîl ava bû. Niha jî bûyerên li Rojhilata Navîn rû didin bi Şerê Cîhanê yê Sêyemîn bi nav dikin, bi nêrîna we girîngiya Efganistanê di vî şerî de çi ye?

Bi nêrîna min girîngiya wê ji daxwaza Amerîkayê tê ku dixwaze li Efganistanê li hemberî Çînê û Rûsyayê bisekine. Ji ber wê armanc dike îmareteke îslamî ya tevlihev li ser sînorên Çînê ava bike. Ew difikire ku ev îmarata islamî dê bi muslimanên Îgor re (Talîban û El-Qaîde) hevgirtî be. Dê di demeke kin de bibe sedem ku Çîn parçe bibe. Bi taybet ku ew kesên tundrew her tim banga serxwebûnê dikin û sloganên islamî berz dikin ku têrê dikin ku Çîna tijî nijad û olên cuda parçe bibe.

Amerîka dixwaze Çînê bi vê tevliheviyê mijûl bike, da ku rê li pêşiya rêya El-Herîr bigire ku her tim Çîn dixwaze wê ji nû ve geş bike. Ev rê hemû parzemîn û dewletên cîhanê bi hev ve girê dide. Heke Talîban Efganistanê kontrol bike û Çîn dijmantiya wê bike, ev dibe ku rê bi temamî raweste û were girtin. Bûyerên ku rû didin îşaret pê dikin ku armanca rastîn a rêvekirina li pêşiya Talîban ku Efganistanê kontrol bike, ev e. 

(şx)

ANHA