Partiya Sûriya Pêşerojê Meclisa Navçeya Tebqayê vekir

Partiya Sûriya Pêşerojê di çarçoveya pêkanîna encam û biryarên kongreya 2`yemîn a giştî ya partiyê de îro Meclisa Navçeya Tebqayê vekir.

Partiya Sûriya Pêşerojê Meclisa Navçeya Tebqayê vekir
Partiya Sûriya Pêşerojê Meclisa Navçeya Tebqayê vekir
Partiya Sûriya Pêşerojê Meclisa Navçeya Tebqayê vekir
Partiya Sûriya Pêşerojê Meclisa Navçeya Tebqayê vekir
Partiya Sûriya Pêşerojê Meclisa Navçeya Tebqayê vekir
Partiya Sûriya Pêşerojê Meclisa Navçeya Tebqayê vekir
Partiya Sûriya Pêşerojê Meclisa Navçeya Tebqayê vekir
1 îlon, 2021   20:35
TEBQA    

Bi armanca firehkirina kar û xebatan li bajar û gundewaran Partiya Sûriya Pêşerojê şaxê Tebqayê îro Meclisa Navçeyê ya li bajêr  vekir. Endamên partiyê, nûnerên sivîl û leşkerî, partî, kesayetên siyasî, rûspiyên êlan û bi dehan şêniyên navçeyê tev li vekirina meclisê bûn.

Di merasîma vekirinê de serokê Meclisa Navçeya Tebqayê ya Partiya Sûriya Pêşerojê Yasir El-Kurdî axivî û bi xêr hatina beşdaran kir.

Paşê bi navê Meclisa Navçeyê cîgira Meclisa Navçeya Tebqayê Nuha Hac Ehmed axivî û got: “Em beşek nayê parçekirin ji Rêveberiya Xweser in. Ew nûnertiya me û hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike.”

Piştî wê endamê rêveber ê Malbatên Şehîdan Mihemed El-Ereb axivî û vekirina meclisê li partiyê pîroz kir.

Hevserokê Rêveberiya Sivîl a Tebqayê Mezlûm Omer axivî û destnîşan kir ku ji bo biserxistina projeya neteweya demokratîk Partiya Sûriya Pêşerojê hêvî ye.

Di dawiya merasîmê de dayîka şehîd Xalid El-Hemûd ku li Sehlebiyê şehîd bûbû navenda meclisê vekir û piştre beşdaran di nava beşên meclisê de geriyan da ku rêbaza meşandina kar û xebatan nas bikin.

(şx)

ANHA