ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 02-09-2021

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 02-09-2021
1 îlon, 2021   23:00

-Şêniyên navçeyên Dêrik û Girkê Legê sersaxiya malbata şehîd Ebdulezîz Yaşil (Hogir Botan) li navçeya Girkê Legê dikin. Hogir Botan li Hesekê di encama nexweşiyeke giran de şehîd bû. saet di 10:00’an (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Endamê rêveber ê Komîteya Koçerên ji Şehbayê li Minbicê Ebdulhenan Hisên got, gelo ENKS’ê çi garantî ji koçberên Efrînê re pêk anîne heke koçber vegerin? Ma heta niha ENKS’ê parastina şêniyên resen ên li Efrînê kiriye? (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn – Sûriyê navên zêdetirî 100 şêniyên ji Efrîna dagirkirî di navbera 29`ê Tîrmehê û heta 23`yê Tebaxê de ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve hatine revandin ji ANHA`yê re eşkere kirin. Armanca dewleta Tirk ji vê yekê ku şêniyên resen koçber bike û demografiya herêmê biguhere. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Şêniyên taxa Şêxmeqsûd a bajarê Helebê diyar kir ku dewletên kapîtalîst di serî de dewleta Tirk, fikireya çareserkirina pirsgirêkên Rojhilata Navîn li gorî berjewendiyên xwe nabînin. Ji ber vê yekê piştî ku nas kirin rêber Ocalan ji bo azadiya gelan û şerê hegemoniya kapîtalîst a cîhanê berxwedanê dike , komplo pêk anîn. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Endamê Akademiya Civaka Demokratîk Ebdulwehab Xelef bang li akademîsyenan kir rola ‎xwe di perwerdekirina civakê de li ser metirsiyên şerê taybet bilîzin û piştrast kir ‎ku hişyarî û vîn ji rêbazên herî bandor ên li dijî şerê taybet in. (BI WÊNE Û DÎMEN)

DIYALOG

- Pisporê karûbarên Tevgerên Îslamî û Terora Navneteweyî Munîr Edîb got Talîban hewl dide îmarateke îslamê li Efganistanê bi piştevaniya amerîkî, tirkî û qeterî ragihîne. Lê tê texmînkirin ku serhildaneke gelê efganî li hember Talîbanê pêk were. (BI WÊNE Û DÎMEN)

POLÎTÎKA

- Endamê Meclisa Serokatiyê ya MSD`ê Merî Şiblî diyar kir ku hikumeta Şamê û muxaleft berpirsên şerê li welêt in û yekane rêya çareseriyê di sîstema nenavendîbûnê de ye. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANALÎZ

- Li ser şoreşa Rojava û destkeftiyên wê yên bi gelek berdêlên giran bi dest ketine, gef û gur didomin. Êrişên dagirkeriyê ên dewleta Tirk, hewldanên bêbext ên îxanetê yên PDK û ENKS'ê, şêwaza têkiliya manîpulatîf û bêbawerî ya DYA'yê, nêzîkatiya Rûsyayê ya hewldana neçarkirinê, helwesta rejîma Sûriyê ku desthilata navendî ferz dike, helwesta civata navneteweyî ya rola sê meymûnan, dibin sedem ku Rojava çarenûsa xwe bi xwe xêz bike.

KURDISTAN

- Îlyas Seydo diyar kir ku hedefgirtina êzidiyên li kampa Qadya berê hatibû plankirin û got: "Ev êriş bi kesên hevkariyê bi dewleta dagirker re dikin pêk hat û hebûna civaka êzidî dikin armanc." (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA