ꞌRêya rizgariya ji hegemoniyê di felsefeya rêber Ocalan de yeꞌ

Şêniyên taxa Şêxmeqsûd a bajarê Helebê diyar kir ku dewletên kapîtalîst di serî de dewleta Tirk, fikireya çareserkirina pirsgirêkên Rojhilata Navîn li gorî berjewendiyên xwe nabînin. Ji ber vê yekê piştî ku nas kirin rêber Ocalan ji bo azadiya gelan û şerê hegemoniya kapîtalîst a cîhanê berxwedanê dike , komplo pêk anîn.

ꞌRêya rizgariya ji hegemoniyê di felsefeya rêber Ocalan de yeꞌ
2 îlon, 2021   03:06
HELEB-ARIF SILÊMAN

Ji ber ku di fikirê rêber Abdullah Ocalan de ji bo pirsgirêkên cîhanê û Rojhilata Navîn çareserî heye, dewletên kapîtalîst di serî de dewleta Tirk hemû rêbaz bi kar anîn ku vî fikirî asteng bikin. Ji lew re di 1999`an de bi komployekê rêber Ocalan dîl hate girtin û ji wê demê ve Tirkiye hewl dide bi rêya ferzkirina tecrîdê; fikir û felsefeya wî negihêje gelê azad, lê hewldanên wê têkçûn.

ꞌARMANCA DEWLETÊN KAPÎTALÎST ŞER BERDEWAM BIBE Û ÇARESERIYÊ NAXWAZINꞌ 

/kr/uploads/files/2021/09/01/203105_-.webp

Têkildarî mijarê Hevserokê Meclisa Taxa Şehîd Cengîz a Şêxmeqsûd a Helebê Welat Memo axivî û got: "Rageşiyên li erdnîgariya Rojhilata Navîn di navbera dewletên hegemon û kapîtalîst de pêşketin, geh rageşiyeke aborî geh jî siyasî û leşkerî ye, her carê wan rageşiyan derbasî herêmên ku lê xeteriyê li ser berjewendiyên xwe dibînin, dikin, nexasim ên ku lê zanbûn, demokratî û ewlehî hebin."

Welat Memo ev li gotina xwe zêde kir: "Ji berjewendiyên dewletên kapîtalîst e ku şer û rageşiyan berdewam bikin, di heman demê de şerê her fikirê azad an jî kesayeta têkoşer bikin."

Memo ev tişt got: "Tirkiye û rejîma wê ya faşîst ji fikireya rêber Abdullah Ocalan ditirsin, nexasim piştî gihaştin baweriyekê ku ew ji bo azadiya gelan tê dikoşe ne ji bo berjewendiyên kesayetî yan jî neteweyî. Ji lew re krîz afirandin û komplo plan kirin heta rêber Ocalan dîl girtin û tecrîd li ser ferz kirin. Heta vê kêliyê jî şerê fikirê wî dikin û herêmên berfireh ên Sûriyê dagir kirin, nexasim ên ku felsefeya azad lê belav bûne."

Di dawiyê de Welat Memo diyar kir ku rêber Abdullah Ocalan ruxmî ku dewleta Tirk hewldana şikandina vîna wî dike, lê dîsa jî girtîgeha Îmraliyê veguherand dibistaneke azad, têkoşîn û fikireya azad li tevahiya cîhanê belav kir. Îro jî di zanîngehên navdar ên cîhanê de bûye meteryal.

ꞌRÊYA XELASIYA JI HEGEMONIYA KAPÎTALÎST FELSEFEYA RÊBER OCALAN Eꞌ

/kr/uploads/files/2021/09/01/203015_-.webp

Hevserokê Meclisa Taxa Şehîd Rûbar Qamişlo Îsa Mistefa îşaret bi yekkirina berjewendiyên dewletên kapîtalîst kir û got: "Her yek ji wan hewl dide ji bo xwe berjewendiyan pêk bîne û şer derdixin da ku berjewendiyên xwe berdewam bikin û ev jî li ser hesabên xwîna gelan e."

Îsa Mistefa piştrast kir ku rêya rizgariya ji wan hegemoniyan û çareserkirina hemû pirsgirêkên Rojhilata Navîn, nexasim şerê Sûriyê ku ji beriya deh salan ve berdewam dike, di felsefeya rêber Abdullah Ocalan û projeya neteweya demokratîk de ye.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/Grrqcmoz0zI" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>