Çarenûsa Rojava bi destê gelê Rojava ye

Çarenûsa Rojava bi destê gelê Rojava ye
2 îlon, 2021   00:26

RAUF KARAKOÇAN

Li ser şoreşa Rojava û destkeftiyên wê yên bi gelek berdêlên giran bi dest ketine, gef û gur didomin. Êrişên dagirkeriyê ên dewleta Tirk, hewldanên bêbext ên îxanetê yên PDK û ENKS'ê, şêwaza têkiliya manîpulatîf û bêbawerî ya DYA'yê, nêzîkatiya Rûsyayê ya hewldana neçarkirinê, helwesta rejîma Sûriyê ku desthilata navendî ferz dike, helwesta civata navneteweyî ya rola sê meymûnan, dibin sedem ku Rojava çarenûsa xwe bi xwe xêz bike.

Piştî 10 salan şoreşa Rojava ezmûnên pir girîng derbas kirin û xwe gihand van rojan. Bi serkeftina li dijî rêxistineke terorê ya barbar a mîna DAIŞ'ê, destkeftiyên xwe yên heyî misoger kirin. Li hember êrişên leşkerî yên dijminê Kurdan ê sondxwarî dewleta Tirk bi qehremanî li ber xwe da. Tevî helwest û hewldanên nokeriyê yên dijminane yên PDK'ê ji bo fetisandina şoreşê û çalakiyên dijber ên tora xiyanetê ENKS'ê, şoreşa Rojava bi berdewamî xwe mayînde û mezin dike.

DIXWAZIN ŞOREŞÊ BIFETISÎNIN

Dixwazin her tim bi gefan û çewisandinêî, bi dorpêçkirin û propagandayeke reş û bi sepandina her cure rêbazên taybet ên şerê îdeolojîk û siyasî, destkeftiyên şoreşê ji holê rakin. Dewleta Tirk, PDK û ENKS ew qasî pespaye bûne ku DAIŞ’ê tercîhî Rêveberiya Xweser a Rojava dikin. Dagirkeriya dewleta Tirk a li ser Rojava, pêkanînên wê yên siyasî sûcên şer in û bêdengî û helwesta hêzên navneteweyî jî tê wateya dijberiya şoreşê. Di têkoşîna li dijî DAIŞ'ê de hewldanên awarte yên gelê Rojava dinirxînin, lê belê bi awayekî fermî Rêveberiya Xweser û statuya siyasî ya Rojava qebûl nakin. Muxatabî ne li ser bingeha naskirina Rêveberiya Xweser û statuya siyasî ya Rojava ye. Li ser senaryoyên çareseriyê yên ku Kurdan tune dihesibînin, muzakereyan dikin. 

Ji bo bêzarkirina Rêveberiya Xweser a Rojava ku lêgerîna hêvîya gelan pratîze bike, ji her alî ve êriş dikin. Dijminên şoreşê yên ku ji çar alî ve Rojava dorpêç kiriye, hewl didin bi zêdekirina pirsgirêkên navxweyî, afirandina nakokiyan, zehmetiyên aboriyê, teşwîqkirina koçberiyê, pêşvebirina bêexlaqî û bertîlê, belavkirina narkotîkê û provokekirina gel a li dijî rêveberiyê, encamekê bi dest ve bînin. Hemû hewldanên dijminane yên mudaxelekirinê, dorpêça li ser Rojava, tê wateya bidawîbûna rewşa fîîlî ya li Rojava .

TORA XIYANETÊ YA LI BAŞÛR, HEWL DIDE LI ROJAVA JÎ XWE BI RÊXISTIN BIKE

Tora xiyanetê ENKS ku bi dewleta Tirk a dagirker re her cure têkiliyên xwe yên qirêjî hene, pişta xwe daye nîjadperestiya kevneperest a PDK'ê û dijberiya xwe ya li hember şoreşî bilindtir dike. Hin hêzên navneteweyî di bin navê diyaloga di navbera Kurdan de cih ji tora xiyanetê ENKS'ê re çêdikin û bi vî awayî hewl didin destkeftiyên şoreşa Rojava tune bikin. Rola xedar a PDK'ê ya di vî warî de tê zanîn. Li Başûr hewl dide bi birçîkirinê kampa Mexmûrê pasîfîze bike û bi çalakiyên xwe yên sîxuriyê Şengalê dike hedef û bûye sedem ku dewleta Tirk komkujiyan pêk bîne. Di xeta îxanetê ya noker de hewldanên yekitiya neteweyî ji hev xistin û li Rojava dijminahiya xwe ya Kurdan didomîne.

PDK li gel her cure astengiyên fîzîkî, tevdîrên leşkerî jî zêde kirin. Deriyê sînor bi hincetên pûç digire. Veguhastina qût û xwarinê ji ber sedemên kêfî tê astengkirin. Bi kurtasî, her tişta ku PDK, ENKS û dewleta Tirk li ser Rojava ferz dikin; pêkanînên dijminatî ne û hiqûqa dijmin e. Ev dijminatî çavkaniya sereke ya êşa gelê Rojava ye. Ji birîna av û kehrebeyê, kêmasiya nan û dermanan, kêmasiya pêdiviyên bingehîn û ji ber wan e ku dijminahiya gelê Rojava dikin. Faktoreke din a ku Rojava ber bi xetereyan ve dibe jî, ferzkirinên siyasî yên hêzên derve ye.

JI BO ROJAVA TIŞTÊ ESASÎ XWEPARASTIN E

Şoreşa Rojava, berevajî ferzkirinên herêmî yên sîstema kapîtalîst, hewl dide bi rêveberiya xwe ya xweser û xweparastinê û bi avakirina rêveberiyeke hevpar  bi gelên herêmê re, siberoja xwe ava bike. Di bingeha guherîna civakî de demokrasî, ekolojî û azadiya jinan daniye holê  û perspektîfa avakirina civakî ya nû daniye. Ji ber van sedeman dixwazin gelê Rojava ceza bikin. Gelê Rojava dê tu carî van tiştên li ser wan tên ferzkirin, qebûl neke û vîna xwe teslîm neke. Tirs, gef, zordarî û şantaj nikarin gelê Rojava ji pêşerojeke azad û birûmet dûr bixin. Nikarin ji daxwazên demokrasiyê, ji feraseta rêveberiya xweser, ji xweparastinê bê par bihêlin. Siberoja Rojava wê ji aliyê pêkhateyên gelê Rojava ve bê diyarkirin.

Ji ber vê yekê divê gelê Rojava xeleka xetereyê ya li dora xwe bibîne û refên xwe bêhtir xurt bike. Tecrubeyên Êfrin, Serêkaniyê û Girê Sipî hene. Bi hezaran mirovên li ser axa xwe kirine penaber û koçber. Yekane rêya diyarkirina siberoja xwe, li dijî dijmin sekneke bihişmendtir, birêxistinkirî û biryardar e. Gelê Rojava bi şoreşa xwe îlham da gelên cîhanê.

Gelê Rojava dê li şoreşa xwe xwedî derkeve û bê şik û guman dê bi ser bikeve.