Gelo li Sûriyê dê aştî çawa pêk were?

Ji bo ku li Sûriyê aştiyeke mayînde misoger bibe, pêwîst e şer bisekine û êrişên dagirkirinê yên dewleta Tirk bi dawî bibin û tevahî civak di biryardayînê de beşdar bibe. Ev tevahî bi projeya Rêveberiya Xweser pêkan in.

Gelo li Sûriyê dê aştî çawa pêk were?
1 îlon, 2021   09:30
NAVENDA NÛÇEYAN-EKREM BEREKAT

Rê û rêbazên aştiyê li gorî her mirovekî cuda ne. Lê li gorî pênaseya cîhanê aştî mekanîzmaya çareserkirina nakokiyan e bêyî tundî bikeve dewrê û misogerkirina başbûna asta jiyana mirovan e.

Da ku aştî pêk were, pêdivî bi gelek şert û mercan heye û ew şert piştî şerên cîhanê yên yekemîn û duyemîn, hatin danîn. Ji wan şertan; hawîrdoreke ewle pêk were ku mirov kar û barên xwe yên rojane bê metirsî pêk bînin, divê serweriya qanûn wekheviyê di navbera mirovan de misoger bibe heta tevahî ferdên civakê bi qanûnê bawer bin, divê tevahî çînên civakê di xebata siyasî de beşdar bibin û rewşa aborî baş be û hwd.

Ev hemû mercên navborî jî di nava armanc û rêgezên tevahî rêxistinên hiqûqî û mirovî de ne ku piştî şerên cîhanê yên yekemîn û duyemîn hatine avakirin û roja 1’ê Îlona her sal ji hêla tevgerên sosyalîst û çepgir ên Almanyayê ve wek Roja Aştiyê ya Cîhanê hat diyarkirin. Di 1981’ê de NY’ê biryar da ku 21’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê ye û divê tevahî şer di wê re rojê de werin rawestandin. Her wiha salane bi dehan çalakiyên bi dirûşma “Na ji şer re” di Roja Aştiyê ya Cîhanê de tên lidarxistin.

Lê aştiya rasteqîn tevî îmzekirina bi dehan peyman, lihevkirin û mîsaqên di navber dewletên kapîtalîst de, pêk nehat û bablîsoka şer bi dawî nebû. Sedema vê yekê jî di binesaziya rejîmên piştî şerên cîhanê yên yekemîn û duyemîn hatine avakirin. Anku sedema wê avabûna dewletên netewe yên li ser bingeha etnîkan e, bi taybet jî di Rojhilata Navîn de. Dewletên li Rojhilata Navîn xwedî taybetmendiya yek al, yek ziman û yek çand in.

Rejîmên neteweyî yên etnîkî her kesê banga aştiyê dikir, şerê wî kir û rêxistinên navneteweyî û mirovî bê deng bûn. Wekî têkoşerê şoreşger ê afrîkî Nelson Mandela. Mandela ji bo serxwebûna welatê xwe tê koşiya, lê desthilatan ji têkoşîna wê tirsîn û ew xistin girtîgehê û heta 27 salan ragirtî ma.

AŞTÎ JI ŞER MEZINTIR E

Rêber Abdullah Ocalan ku ji 15’ê Sibata 1999’an ve bi komployeke navneteweyî hatiye dîlgirtin, li ser aştiyê wiha dibêje: "Aştî ji şer mezintir e û em ji aştiyê re her tim amade ne û ev jî tê wateya ku em dikarin tiştekî ji şer mezintir bikin."

Sûriyê ya ku di 1946’an de serxwebûna xwe bi dest xistiye, gelê wê nikarî heta niha di aştî, azadî, edalet û wekheviyê de bijiya. Sedema sereke jî weke hatiye bibîrxistin yek zihniyet e. Vê fikirê hişt ku Partiya Baas Sûriyê bixe bin kontrola xwe. Ji lew re gelê Sûriyê mîna gelên Tunis, Lîbya, Misir û Yemenê di Adara 2011’an de li dijî rejîmê serî hilda. Da ku edalet û wekhevî pêk were. Lê ji ber destwerdanên derve bi taybet dagirkeriya Tirk ev serhildan bi lez veguhirî nakokî û şerên li ser desthilatê û gelê Sûriyê azara her duyan kişandin. Li herêmên hikumeta Şamê rewşa mirovan gihaşt ku parçeyên ji laşê zarokên xwe bifiroşin da ku pariyê nanê xwe dabîn bikin.

Lê li herêmên ku dewleta Tirk dagir kirine, ji Cerablus, Ezaz, Bab û Raî bigire heta bi Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê, hema bêje bi giştî ji şêniyên resen vala bûne. Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li wan herêman îşkenceyên li şêniyan dikin, qetil dikin û tecawizê lê dikin, şûnwarên cihên dîrokî, olî û çanda civakê didizin û xwezayê wêran dikin. Li gel wê jî ew herêmê bûne kaniya kombûna komên çete, bermahiyên çeteyên DAIŞ’ê, El-Nusra û Ehrar El-Şam û bûne navenda bingehîna a şandina çeteyan ji Lîbay, Azarbayacanê, Efganistanê û Başûrê Kurdistanê.

Lê têkildarî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên ku tabloyeke mozaîk çêkirine û tê de Kurd, Ereb, Suryan, Ermen, Çeçen û êzidî hene, wan gelan prensîbên aştiyê ji bo têkoşîna xwe bingeh girtine. Her wiha piştî derxistian hêzên hikumeta Şamê ji Kobanê di 19’ê Tîrmeha 2012’yan de, şêniyên herêmê ragihand ku ew xwedî li felsefeya neteweya demokratîk ku rêber Ocalan ji girtîgeha Îmraliyê de pêşkêş kiriye, derdikevin. Her wiha pêkhateyên li herêmê li hember tevahî hewldanên têkbirina ewlehî, aramî û aştiyê sekinîn. Ji lew re hêzên li dijî aştî û demokrasiyê li dijî wan rabûn, di serî de jî dagirkeriya Tirk û hikumeta Şamê.

Şêniyên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hemû pêkhateyên xwe kedên mezin ji bo pêkanîna aştiya li herêmê dan û saziyên siyasî, civakî, xizmetguzarî, ewlehî û leşkerî ji bo peydakirina ewlehî û aramiyê ava kirin. Li ser vê yekê rêber Ocalan di pirtûka xwe ya Sosyolojiya Azadiyê de li ser demokrasî û aştiyê wiha dibêje: "Heke civak di rewşa ku nikara saziyên xwe yên polîtîka û exlaqî ava bike û pêdivyên xwe yên aramiyê pêk bîne de, ev tê wateya ku ew civak rastî zext û çewisandinê tê û bi wê re şer dikeve dewrê. Lê heke polîtîka û exlaqê rola xwe baş nelîstin wê demê tenê erkek ji bo avakirina civakê dimîne ew jî parastina rewa ye."

‛DA KU AŞTÎ LI SÛRIYÊ PÊK BÊ DIVÊ PROJEYA RÊVEBERIYA XWESER WERE QEBÛLKIRIN’

Girêdayî vê yekê hevserokê Nivîsgeha Kar û Barên Rêxistinên li Herêma Cizîrê parêzer Xalid Îbrahîm li ser pêkanîna aştiyê li Sûriyê wiha got: "Pêdiviya aşitiyê ku gel bibe xwedî biryar heye, dagirkeriya Tirk li xaka Sûriyê bi dawî bibe û şerê li Sûriyê bi dawî bibe."

Îbrahîm da zanîn ku şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê projeya demokratîk pêşkêş kir û ev proje jî weke bendekê li hember tevahî hewldanên derxistina fitine, nakokiyên mezhebî, olî û etnîkî sekinî û wiha domand: "Gelek hêzên herêmî û navneteweyî bazarî li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikirin û hêvî dikirin ku şerekî navxweyî li herêmê çêbibe. Ji ber di herêmê de gelek netewe, etnîk, ol û mezheb hene, lê projeya ku şêniyên herêmê xwedî lê derketine ew têkiliyên neteweyî yên di navbera tevahî pêkhateyan de parast."

Îbrahîm da zanîn ku damezrandina Rêveberiya Xweser şênî li herêmê parast û wiha domand: "Heke Rêveberiya Xweser nehatiba damezrandin dê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şerên etnîkî, mezhebî û neteweyî li dar biketana."

Xalid Îbrahîm diyar kir ku ji dema Rêveberiya Xweser hatiye damezrandin û heta roja îro ve li ber xwe dide, ev jî nîşaneyeke eşkere ye ku ev proje projeya demokratîk e û dikare tevahî şêniyan di nava aştî û azadiyê de hembêz bike. Ji lew re ev proje modela herî guncaw a pkanîna aştî, ewlehî û aramiya li tevahî Sûriyê ye. Îbrahîm wiha gotina xwe bi dawî kir: "Divê ev rêberî were pêşxistin, ji ber ku mafên tevahî pêkhateyan bê cudahî diparêze."

(fr)

ANHA