Hêzên hikumeta Şamê Dera topbaran kir

Lihevkirina nû ya der barê Dera El-Beled de vê sibehê kete meriyetê, lê beriya destpêkirina lihevkirinê, bi çend seatan hêzên hikumeta Şamê Dera topbaran kir.

 Hêzên hikumeta Şamê Dera topbaran kir
1 îlon, 2021   08:55
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriye (SOHR) ragihand ku di encama topbarana hêzên hikumeta Şamê li dijî bajarokê Mizêra ya gundewarên Dera de, jinek hat kuştin.

Li aliyekî din, li bajarê Tefes a rojavayî Derayê, benda kontrolê ya hêzên hikumeta Şamê ya li Til Semin û benda Tablîn gule reşandin û di encamê de ciwanek birîndar bû.

SOHR'ê ragihand ku duh hêzên hikumeta Şamê û komîteya navendî ya El-Hûran der barê Derayê de li hev kirin.

(dm)