Di Roja Aştiyê de sûcên dagirkeriya Tirk hatin şermezarkirin

Di roja Aştiyê ya Cîhanê de meclisên kantona Qamişloyê sûcên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, şermezar kirin û bang li rêxistinên navneteweyî yên hiqûqî û mirovî kir ku rê li ber sûcên li dijî gelên herêmê bigirin.

Di Roja Aştiyê de sûcên dagirkeriya Tirk hatin şermezarkirin
1 îlon, 2021   09:56
QAMIŞLO

Bi boneya Roja Aştiyê ya Cîhanê (1`ê Îlonê) û ji bo şermezarkirina sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê; Meclisa Kantona Qamişloyê, Meclisa Navçeya Tirbespiyê, Meclisa Navçeya Çilaxa, Meclisa Navçeya Dêrikê, Meclisa Navçeya Girkê Legê û Meclisa Navçeya Til Hemîsê daxuyaniyên cuda dan.

Meclisa Kantona Qamişloyê li pêşiya navenda xwe ya li Qamişloyê daxuyanî da. Daxuyanî ji aliyê hevserokê meclisê Silêman Ebû Bekir ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Îro, Roja Aştiyê ya Cîhanê ye. Ji mafên netewe û gelan e ku bêyî şer di aştiyê de bijîn. Lê belê li Rojhilata Navîn, di encama berjewendiyên siyasî yên welatên hegemon de ku hewl didin hevsengiyên nû çêkin û hegemonyaya xwe mayînde bikin, dewleta Tirk û çeteyên wê êrişî van herêman dikin bêyî ku tu hesabî ji îradeya gelan re bikin. Bi wan êrişên xwe hemû rêgez û peymanên navneteweyî yên banga aştiyê dikin, binpê dikin.”

TIRBESPIYÊ, ÇILAXA

Meclisa Navçeyên Tirbespiyê û Çilaxa jî 2 daxuyaniyên cuda dan û bang li civata navneteweyî û rêxisitnên mafên mirovan kir ku Rêveberiya Xweser nas bikin û rê li sûcên dermirovî yên dewleta Tirk bigirin.

Hevserokê Meclisa Navçeya Tirbespiyê Mihemed Hec Ferhan û hevseroka Meclisa Navçeya Çilaxa Emel Nezal, daxuyanî xwendin û tê de wiha hate gotin:

“Şoreşên li herêmê karîbûn sîstemên dewletan biguherin û ber bi avakirina civakeke demokratîk û azad ve biçin. Lê belê Şoreşa Sûriyê veguherî aloziyê. Ev alozî ji ber destwerdanên derve û dagirkirina herêmên Sûriyê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve û belavkirina fitneyê di navbera pêkhateyan de, dirêj kir. Di encamê de bi milyonan kes hatin koçberkirin û binesaziya bajaran hate rûxandin.

Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji tevahî cîhanê re felsefeya demokratîk û biratiya gelan da nîşandan, şerê terorê kir. Ji civata navneteweyî tê xwestin ku piştgiriyê bide vê rêveberiyê û wê nas bike.”

DÊRIK

Bi dehan endamên saziyên civaka sivîl li pêşiya Meclisa Navçeya Dêrikê kom bûn û endama meclisê Georgette Korkîs daxuyaniyek xwend. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

“Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şoreşa biratiya gelan heye, li wir gel ji bo sîstema rêveberiyê û mayîndekirina edalete û wekheviyê tê dikoşe. Lê belê hikumeta Tirk şerê projeya neteweya demokratîk dike û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi awayekî domdar topbaran dike.”

GIRKÊ LEGÊ

Li aliyekî din, Meclisa Navçeya Girkê Legê Silêman Salih daxuyaniyek xwend û tê de destnîşan kir ku hemwextî Roja Aştiyê ya Cîhanê, dewleta Tirk herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê topbaran dike.

TIL HEMÎS

Hevserokê Meclisa Navçeya Til Hemîsê Xalid El-Ebdullah jî bi heman armancê daxuyaniyek da û tê de got: “Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê biratiya gelan û têkoşîna ji bo mayîndekirina sîstema Rêveberiya Xweser heye ku edalet û wekheviyê misoger dike. Lê belê hikumeta Tirk bi topbarana xwe ya domdar hewl dide vê şoreşê têk bibe.”

Di dawiya hemû daxuyiyan de, bang li rêxistinên navneteweyî û mafên mirovan û saziyên civaka sivîl hate kirin ku rê li ber sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî sivîlên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bigirin.

(cx)

ANHA