Di bin sîwana Rêveberiya Xweser de sektora tenduristiyê bi pêş dikeve

Desteya Tenduristî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê gelek navendên tenduristî yên li herêmê jinûve sererast kirin û piranî pêdiviyên şêniyan ên tenduristî dabîn kirin û niha amadekariya vekirina peymangehek tenduristiyê dike.

Di bin sîwana Rêveberiya Xweser de sektora tenduristiyê bi pêş dikeve
1 îlon, 2021   08:29
QAMIŞLO-SOLÎN EHMÊ

Piştî derbasbûna nêzî 11 salan di ser krîza Sûriyê re, beşa herî zêde ku ji şer û krîza li Sûriyê bandor bûye beşa tenduristiyê ye.

Bi damezrandina Rêveberiya Xweser li tevahî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di 2018’an de û avakirina desteyên girêdayî wê re, rêveberiyê bi hemû hêza xwe hewl da pêdiviyên tevahî welatiyan dabîn bike, ji nav wan desteyan jî desteya tenduristiyê ye. Desteya tenduristiyê bê navber xebata sererastkirian binesaziya beşa tenduristiyê û pêşxistina wê li herêmê dike ku di herêmê de pergal û qanûnên taybet bi tenduirsityê tune ne, li gel wê jî nexweşxane û navendên tenduristiyê sererast û ava dike.

Ji xebatên pîşî yên desteya tenduristiyê vekirina navendên tenduristiyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, dabînkirina tevahî derman û pêdiviyên tenduristiyê yên guncaw. Li gel wê jî hewl dide qanûnên taybet bi beşa tendurist û tenduristiya giştî ava bike, di serî de jî qanûna pratîkî yên bijîşkî ye.

‛GAVÊN DAWÎ YÊN DERXISTINA QANÛNA TENDURISTIYÊ YA GIŞTÎ’

Têkildarî vê yekê, Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê sûriyê Ciwan Mistefa ji ajansa me re axivî û da zanîn ku niha werşe li ser danîna stratejiyekê ji beşa tenduristiyê re di bin benda qanûna tenduristî ya giştî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê dixebitin û wiha got: "Armanca qanûnê pêşxistina beşa tenduristiyê ye. Niha werşe û komîte reşnivîsa wê û erêkirina wê ji hêla Meclisa Gitşî ya Rêveberiya Xweser ve dixebite û dê di demeke nêz de derkeve."

Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji hêla hikumeta Şamê ve ji aliyên xizmetguzarî bi taybet beşa tenduristiyê ve paşguh bûbûn. Şêniyên herêmê ji bo emeliyetekê berê xwe didan Şam, Heleb, Humisê yan jî Başûrê Kurdistanê. Ji ber nexweşxaneyên taybet li herêmê tune bûn. Vê yekê jî azarên nexweşên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde kirin, li gel wê jî lêçûna rêwîtî û dermankirinê giran bû.

Desteya Tenduristiyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê gelek navend û nexweşxaneyên tenduristiyê li herêmê vekirin ji wan jî Nexweşxaneya Dil û Çavan, Navenda Jiyan a COVID-19’an, klînîkên gel, navendên parçeyên endustirî, navenda MRI. Girêdayî vê yekê Ciwan Mistefa wiha domand: "Ji navendên tenduristiyê yên herî girîng ku hatine vekirin, Nexweşxaneya Dil û Çavan li Qamişlo bû, wê jî alîkariyeke mezin ji şêniyên herêmê re ji aliyên tenduristî û madî ve kir."

Nexweşxaneya Dil û Çavan di Mijdara 2019’an de li Qamişlo hat vekirin, ji wê demê ve nexweşxane rojane bi dehan nexweşxan pêşwez dike. Di nexweşxaneyê de gelek beş hene; beşa lênihêrîna taybet, kateterîzasyona dil, neştergeriya dil, nexweşiyên çav, testên laboratîf, CT û hwd.

Li ser vê yekê Ciwan Mistefa diyar kir ku şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo tedawîkirinê berê xwe didan Şamê yan jî Başûrê Kurdistanê bi taybet ji bo emeliyetên dil û wiha dewam kir: "Ji lew re desteya tenduristiyê Nexweşxaneya Dil û Çav bi teknîkên pêşketî mîna yên dewletên pêşketî, vekir."

‛LI NEXWEŞXANEYA DIL Û ÇAVAN 5 HEZAR EMELIYET HATINE ÇÊKIRIN’

Di vê çarçoveyê de Dr. taybet bi nexweşên dil û gerînendeyê giştî yê Nexweşxaneya Dil û Çav a Qamişlo Mihemed Elî Ebdî wiha got: "Heta niha 5 hezar emeliyet li nexweşxaneyê hatine çêkirin, ji wan jî 27 emeliyetên dil in. Li nexweşxaneyê alavên pêşketî û kadroyên pispor hene. Em hewl didin niha li nexweşxaneyê beşên nû zêde bikin ku tevahî nexweşan pêşwaz bikin."

Li aliyekî din jî Dr. Remedan Mecîd ê ku nû ji emeliyeta kateterîzasyona dil bi dawî kiribû ji ajansa me re wiha got: "Piranî emeliyetên me bi serketî derbas dibin."

Nexweş Seîd Mihemed (71) ê ji navçeya Dirbêsiyê yê kantona Hesekê ku li ser textê nexweşxaneyê ye, piştî derketina wê ji emeliyeta Kateterîzasyona dil ji ajansa me re ev tişt got: "Nexweşxaneya Dil û Çav ji şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re alîkariyeke mezin e. Beriya demekê ez çûm nexweşxaneya Şamê, bijîşkên wê şîret li min kirin ku ez biçim Nexweşxaneya Dil û Çav a Qamişlo. Ji ber ku li wir xizmet û pisporiyeke tenduristî pir baş heye."

Her wiha xebatên dîtir ên desteya tenduristiyê ew in ku amadekariya vekirina navnedeke bêpere ya şûştina gurçikan li Qamişloyê dike. Girêdayî vê yekê Mistefa wiha anî ziman: "Navenda şûştina gurçikan li ber dawiyê ye. Ev gav jî pir baş e û dê tê e tevahî şênî bi taybet şêniyên Qamişlo û gundewarên wê werin tedawîkirin."

‛AMADEKIRINA VEKIRINA PEYMANGEHEKE TENDURISTIYÊ LI BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYÊ TÊ KIRIN’

Hevserokê Desteya Tenduristiyê Ciwan Mistefa bal kişand ser projeyên di demên pêş de û  ev agahî dan: "Em niha li ser vekirina peymangeheke tenduristiyê ji bo tevahî Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin. Ji ber ku kadroyên tenduristî li herêmê kêm in û dê di çend rojên bê de vekirina peymangehê were ragihandin."

Mistefa destnîşan kir ku têkiliya desteya tenduristiyê bi WHO’yê re berdewam e da ku perspektîf û piştevaniya lojistîkî ji herêmê re pêşkêş bikin. Mistefa wiha gotina xwe berdewam kir: "Em bi gelek rêxistinên navneteweyî re di aliyê tenduristiyê de hevkariyê dikin. Di pirî caran de têkiliyeke baş di navbera me de tê avakirin."

‛DERGEH LI PÊŞ DERBASBÛNA ALÎKARIYÊN MIROVÎ ASTENG IN’

Li ser pirsgirêkên li beramber Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ciwan Mistefa ev tişt got: "Ji pirsgirêkên herî mezin ên li hember herêmê dorpêç û ambargo ye û em bi hêvî ne bi dawî bibin û dergehên bi ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve werin vekirin, bi taybet dergehê Til Koçber/Yerûbiyê ku li hember tevahî alîkariyên mirovî girtî ye. Ji aliyekî din jî em azarên koçberiya bijîşkan û kêmbûna kadroyên tenduristiyê li herêmê dikişînin."

Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji destpêka Şoreşa 19’ê Tîrmeha 2012’yan ve li beramberî dorpêçeke giran e. Her wiha dewleta Tirk a dagirker tevahî dergeh û deriyên sînor di navbera Bakurê Kurdistanê, Bakur û Rojhilatê Sûriyê de girtin. Li gel wê jî dergehê Til Koçerê yê di navbera herêmê û Iraqê de bi vîtoya rûsî-çînî hat girtin.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/raHk8JTCpIY" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>