Li Pencşêrê şerekî dijwar rû dide

Ji dema vekişîna Amerîka ji Efganistanê û vir ve, Li Pencşêrê di navbera hêzên berxwedanê û endamên Talîbanê de şerên herî dijwar rû didin.

Li Pencşêrê şerekî dijwar rû dide
1 îlon, 2021   08:20
 NAVENDA NÛÇEYAN

Îro, hêzên Ehmed Mesûd gotin ku tevgera Talîbanê êrişî Pencşêrê kiriye lê hêzên xwecihî bersiva êrişî dane û di encamê de hejmareke endamên Talîban hatine kuştin û 19 kes hatine girtin.

Ji dema vekişîna Amerîka ji Efganistanê û vir re, ev şerên herî dijwar in ku di navbera hêzên Ehmed Mesûd û endamên Talîbanê de rû dide.

Endamekî eniya berxwedanê li Pencşêrê duh ragihandibû ku di êrişa Talîbanê de, 7 endamên tevgerê hatine kuştin û hejmareke din birîndar bûne.

Duh, fermandarê eniya berxwedanê li Efganistanê ya li eyaleta Pencşêr Ehmed Mesûd got, eger Talîban hikumeteke giştî nenavendî pêk bîne û azadî û wekheviya di navbera welatiyan de misoger bike, ew ê dev ji siyasetê berde.

(cx)