Hikumeta Nîştimanî ya Lîbya hejmareke serçeteyên ji Sûriyê girtin

Lîwaya "444" ê girêdayî hikumeta Nîştimanî ya Lîbyayê ya bi serokatiya El-Debîbe, hejmareke serçeteyên ji Sûriyê girtin.

Hikumeta Nîştimanî ya Lîbya hejmareke serçeteyên ji Sûriyê girtin
1 îlon, 2021   08:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Dezgehên çapemeniyê ragihand ku lîwaya "444" gelek serçeteyên ji Sûriyê yên girêdayî dewleta Tirk ji ber derxistina tevlîheviyan, girtin.

Di dîmenekî de ku li ser dezgehên çapemeniyê yên herêmî belav bûne, de diyar dibe ku çeteyên Sûriyê yên girêdayî dewleta Tirk, ji ber derxistina dayîna pereyên wan û qutkirina hezar dolarî ji hin çeteyan, li pêşiya baregeha Yermûk derketin xwepêşandanê.

Komên çete yên bi navê Mutesim û Sultan Murad, li herêma Selahdîn rê qut kirin û bendên kontrolê danîn.

(dm)