ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 01-09-2021

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 01-09-2021
31 tebax, 2021   23:00

-Partiya Muhafizkaran kongreya xwe ya giştî li hola Birc a bajarê Qamişlo li dar dixe, saet 12:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Rêxistina Mafên Mirovan bi boneya Roja Aştiyê ya Cîhanê semînerekê li parka Xwendinê ya bajarê Qamişlo li dar dixe, saet 10:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Di demekê de ku cîhan Roja Aştiyê ya Cîhanê pîroz dike, dewleta Tirk gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên ku di oxira pêkanîna aştiyê li cîhanê de canê xwe dikin gorî û çeteyên DAIŞ'ê têk birin, dike hedef. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Dewleta Tirk a dagirker ji destpêka Tebaxê ve asta êrişên xwe yên li dijî Til Temirê wê zêde dike. Ajansa me bîlançoya êrişan û zirarên ku gihaştine milkên sivîlan amade kir. (BI WÊNE Û DÎMEN).

DOSYA

- Me di beşa yekemîn a nivîsa xwe de destnîşan kiribû ku serhildanên li dijî qirkirin û dagirkeriya li Kurdistanê, di esasê xwe de tevgerên xweparastinê ne. Di beşa duyemîn de jî em ê hewl bidin balê bikişînin ser xetereyên heyî û her wiha xweparastina ku bi şoreşa Rojava re dest pê kir û li ser bingeha parastina rewa bi pêş ket, divê di roja îroyîn çi û çawa bike. (BI WÊNE).

POLÎTÎKA

- Siyasetmedarên Kurd got, çarenûsa hikumeta Başûrê Kurdistanê bi Tevgera Rizgariya Kurdistanê ve girêdayî ye û bang li serokê PDK'ê Mesûd Barzanî kir ku dev ji siyasetên ku xizmetî Kurdan nake, berdin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Ji bo ku li Sûriyê aştiyeke mayînde misoger bibe, pêwîst şer bisekine û êrişên dagirkirinê yên dewleta Tirk bi dawî bibin û tevahî civak di biryardayînê de beşdar bibe. Ev tevahî bi projeya Rêveberiya Xweser pêkan e. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CÎHAN

- Hamîde Rencuzogullari destnîşan kir ku El-Qaîde û Talîban li Efganistanê bûne dewlet û diyar kir ku ev yek ji bo welatên din jî dibe xetereyeke mezin û bal kişand ser bandora Talîbanê ya li Iraq û Sûriyê. (BI WÊNE).

JIN

- Rêveberên jin ên Akademiya Civaka Demokratîk a Herêma Firatê diyar kir ku Komploya Navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan nikare şoreşa fikirî li Rojhilata Navîn vemirîne, ji ber wê hêzên hegemonîk li ser ferzkirina tecrîdê li dijî rêbertî li hev kirine. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANALÎZ

- Bi awayekî xwezayî ji bo herêma me, Kurd û Kurdistanê wek mijarên herî girîng di nava van nîqaşan de cihê xwe girt. "Heke Amerîka ji Iraqê vekişe rewşa Başûr û heke ji Sûriyê vekişe dê rewşa Rojava çi be?" an jî nêzîkatiya gefxwarinê ya "Bila DYA xwe vekişîne, hûnê bibînin!" derketine holê. (BI WÊNE).

ÇAND Û HUNER

- Bi diruşma "Aştî bi xemla zarokan bedew dibe" Mîhrîcana  Hunera Zarokan a 6'an li navenda Çand û Hunerê ya Aram Tîgran a bajarokê Rimêlan dest pê dike, saet 15:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

-Azarên cotkar û şêniyan ji ber qutkirina ava Firatê ji hêla dewleta Tirk ve li gel nebarîna baranê di zivistanê de zêde dibin, bi wê re lêçûna dabînkirina ava ji çandiniyê, avdan û ava vexwarinê re zêde dibe. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Piştî ku UNICEF`ê ji ber fişara hikumta Şamê para şêniyên kantona Şehbayê ya avê kêm kir, zext li ser karkerên avê zêde bû ku bi hemû hêza xwe hewl didin ava vexwarinê bigihînin şênî û koçbaran. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Desteya Tenduristî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê gelek navendên tenduristiyê jinûve sererast kirin û piranî pêdiviyên şêniyan ên tenduristî dabîn kirin û niha deste xwe amade dike ku peymangehek tenduristiyê veke û qanûna pratîkî ya bijîşkî li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê derxe. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA