SOHR: Li Dera peymaneke nû

SOHR’ê ragihand ku têkildarî rewşa Derayê di navbera hêzên hikumeta Şamê û komîteyên navendî yên Horanê de peymaneke nû hat îmzekirin. 

SOHR: Li Dera peymaneke nû
31 tebax, 2021   20:03
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) daxuyand ku komîteya ewlehî û şandeya Rûsyayê li ser pêkanîna xwestekan peymaneke nû îmze kir û sibe ve dikeve pratîkî.

Naveroka peymanê ew e ku agirbest pêk were, kesên ji hêla hikumeta Şamê ve tên xwestin rewşên wan werin kontrolkirin û çekên xwe radest bikin, kesên naxwazin rewşên wan werin rastkirin divê werin derxistin, polîsên leşkerî yên Rûsya derbasî Dera bibin, ala hikumeta Şamê û ya Rûsya werin hildan, 3 nuqteyên hevbeş ên di navbera ewlehiya leşkerî û lîwa 8’an a girêdayî Feyleqa 5’an werin danîn.

(fr)