Hamîde Rencuzogullari: Dibe ku Efganistan bibe navendeke nû ya şerên global

Hamîde Rencuzogullari destnîşan kir ku El-Qaîde û Talîban li Efganistanê bûne dewlet û diyar kir ku ev yek ji bo welatên din jî dibe xetereyeke mezin û bal kişand ser bandora Talîbanê ya li Iraq û Sûriyê.

Hamîde Rencuzogullari: Dibe ku Efganistan bibe navendeke nû ya şerên global
1 îlon, 2021   03:07
NAVENDA NÛÇEYAN – CÎHAN BÎLGÎN

Hamîde Rencuzogullari got ji bo ku DYA (Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê) li Efganistanê rolekê bide Tirkiyê û li Efganistanê bi Talîbanê re mijûl bibe û ev yek dibe sedema metirsiyan û diyar kir ku “Hewl didin rêveberiya Talîbanê ya li Efganistanê bi taybetî bi rêya Tirkiye û Qeterê rewa bikin.”

Hamîde Rencuzogullari da xuyakirin ku Efganistan namzetek e ku bibe navendeke nû ya şerê global û destnîşan kir ku hêzên navneteweyî ji bo ku tev li vê hevsengiyê bibin, dê stratejiya naskirin an jî redkirina Talîbanê ji xwe re diyar bikin.

Em bi pispora Rojhilata Navîn Hamîde Rencuzogullari re li ser pêşketinên li Efganistanê axivîn.

KONSEPTA ŞERÊ WEKALETÊ

Hamîde Rencuzogullari diyar kir ku biryara DYA’yê ya vekişandina leşkeran ji Efganistanê ku piştre jî vekişîna ji Iraq û Sûriyê tê nîqaşkirin û got: "Trump di vê biryarê de gava yekem avêt, lê ev siyaset ne ya Komarparêz an jî Demokratan e, lê belê girêdayî Saziya Ewlehiya Neteweyî ya DYA’yê ye. Ji ber ku ev 10 sal e konsepta şerê wekaletê hatiye destnîşankirin. Ev şerê wekaletê yê li Sûriyê 10 sal e tê darizandin. Ji ber vê yekê, gavên vekişîna leşkeran ji Iraq û Efganistanê hatin avêtin. Dê ne nêzîkatiyeke rast be ku ji vê derê ji bo DYA'yê qezenceke yekser an jî têkçûnekê pêk bîne."

‘DYA'YÊ LI DÛ XWE TALÎBAN HIŞT’

Hamîde diyar kir ku ji aliyekî ve DYA dema xwe ji Efganistan, Iraq û Sûriyê vedikişîne, kaoseke mezin li dû xwe dihêle û anî ziman ku ev yek li gorî konsepta şerê a DYA’yê ya dawîn e û got mudaxeleya DYA’yê ya yekser dê ne leşkerî be, lê belê dê siyasî û aborî be.

Hamîde wiha axivî: "Di esasê xwe de ev armancek e ku DYA dixwaze bi ser bixe. Ji ber vê yekê dema tu bi vî awayî lê dinihêrî, serketinek heye. Li aliyê din, bi van destwerdanên leşkerî re êdî nikare welatiyên Amerîkayê îqna bike. Ji ber ku ji ber îdiaya 'demokrasiyê' barekî giran ê şer li welatiyan (bac) tê barkirin û tu carî ev îdia (demokrasî) bi cih neanî. Berevajî vê, mîna ku li Efganistanê hate dîtin, li dû xwe Talîban hişt. Ji ber vê yekê, ji ber ku pêbaweriya xwe winda kiriye, di warê siyaseta navxweyî de şikestinek heye. Ji ber vê yekê biryara vekişînê dide, ji ber ku nema dikare tehemula erka leşkerî bike, lê belê dê bi rêbazên din mudaxeleyê dewam bike."

PEYMANA AMERÎKA-TALÎBANÊ

Hamîde Rencuzogullarî da xuyakirin ku Talîban ji sala 1979’an ve li Efganistanê ye û ev agahiyên dîrokî bi bîr xistin:  "DYA di şer de piştgirî da mucahîdan û perwerde kirin da ku rêveberiya Efgan a alîgirê Sovyetê xera bike. Hikumeta Efganistanê daxwaza piştevanîya leşkerî ji Sovyetê kir û Amerîka û hevpeymanên wê yên li herêmê şerekî wekaletê bi rê ve bir û bingeha mucahîdan danî ku paşê bûn El-Qaîde. Piştî belavbûna Sovyetê, mucahîdên ji welatên cuda vegeriyan û li welatê xwe El-Qaîde ava kirin. Lê belê mucahîdên Efgan û pakistanî li baregehên mucahîdan man. Ev milîtanên ku bi taybet ji Medreseya Diyobend a Hindistanê hatine, bi alîkariya Pakistanê ji bo ku tevgera Talîbanê ava bikin, hatin perwerdekirin. Lewma Talîban berê bi alîkariya DYA’yê li Efganistanê bû û serdestiya wê ya herêmî hebû. Beriya êrişên 11'ê Îlonê û piştî wê jî Talîban hêzeke serdest bû û her tim bi DYA'yê re diaxivî. Niha mirov dikare bibêje ku pêşketina bilez a DYA'yê piştî biryara vekişandina leşkerên xwe di encama lihevkirinekê de pêk hatiye. Ji ber ku dîmen wî nîşan didin. Li gelek cihan, endamên artêşa Efgan piştî ku çekên xwe radestî Talîbanê kirin, xwe vedikişin û diçin. Aşkera ye ku her kes dikare bêje ku dema Talîban bi lez bi pêş ve diçe, vekişîna DYA’yê tê wê wateyê ku DYA’yê welêt ji Talîbanê re hiştiye. "

‘CÎHAD VEGERIYA QONAXA XWE YA DESTPÊKÊ'

Hamîde Rencuogullarî têkildarî serweriya Talîbanê ya li Efganistanê got "Cîhad vegerî qonaxa xwe ya destpêkê”  û wiha dewam kir: "Efganistan ji bo tevahiya Rojhilata Navîn û bakurê Afrîkayê hêlîna El-Qaîdeyê bû. Niha El-Qaîde li Efganistanê dibe dewlet. Ji ber vê yekê ji bo tevahiya herêmê dibe navendeke cîhadîst. Dibe ku mirov bêjin ku ev yek dê ji bo welatên din tehdîteke cidî be. Ji ber ku beriya her tiştî îro kevneşopa leşkerkirina çeteyan ji milîtanên cîhadîst dest pê kiriye."

‘EFGANISTAN NAMZETEK E KU BIBE NAVENDEKE NÛ YA ŞERÊ GLOBAL’

Hamîde Rencuzogullarî diyar kir ku di demekê de ku pêşdeçûna Talîbanê hê nû dest pê dike, DYA'yê li Efganistanê rolek daye Tirkiyê û ji ber vê yekê jî bi Talîban û Tirkiyê re mijûl dibe. Hamîde îşaret pê kir ku hewl didin bi rêya Tirkiye û Qeterê rêveberiya Talîbanê rewa bikin û wiha dewam kir: "Ev salek û nîv e DYA li Doha ya paytexta Qeterê bi Talîbanê re dan û standinan dike. Tevgerên ji bo rewakirina Talîbanê ne. Bi taybetî gotinên Tirkiyê yên 'Tu nerazîbûna me li hember Talîbanê nîn e' Talîbanê rewa dike. Li aliyê din, dibe ku di dema pêş de Çîn û Rûsya di vî alî de xwedî nêzîkatiyekê bin. Ji ber ku Efganistan ji bo van welatan mijara ewlekariya neteweyî ye. Ji bo tercîhkirina dîplomasiyê dikarin nêzîkatiyeke bi vî rengî bikin û ev yek jî tê wateya naskirina Talîbanê. Diyar e; Efganistan namzet e ku bibe navendeke nû ya şerê global. Hêzên global jî ji bo bibin parçeyek ji vê hevkêşeyê, dê stratejiya naskirin an jî redkirina Talîbanê ji xwe re diyar bikin."

'LI SÛRIYE Û IRAQÊ BENDEWARÎ JI POTANSIYELA TALÎBANÊ HEYE'

Hamîde diyar kir ku pêşbînî hene ku di pêşerojê de hin çeteyên li Efganistanê li Idlib û herêmên dagirkirî û başûrê Kurdistanê bêne bicihkirin û got: “Heke rola mijûlahiya bi Talîbanê re dibin AKP'ê, dibe ku tiştên bi vî rengî çêbin.”

Hamîde Rencuzogullari wiha pê de çû: "Hemû komên cîhadîst ên li Sûriyê bûne artêşa taybet a AKP'ê û çeteyên wê. Lê belê tevî hemû potansiyela cîhadîst a li Idlibê û bakurê Sûriyê, Tirkiyê tişta dixwaze bi dest nexist. Netewandina potansiyeleke cîhadîst a mîna Talîbanê, tê wê wateyê ku yên dest di Iraq û Sûriyê werdidin, dikarin wan li wir bi kar bînin. Ev gotegot di rastiyê de bendewariyek bû ji bo cîhadîstên li Idlibê. Dema ku Talîbanê Kabul bi dest xist, li mizgefteke Idlibê şîrînahî belav kirin. Ev pîrozbahî bi zelalî nîşan dide ku ji bo potansiyela Talîbanê gelek bendewarî li Sûriye û Iraqê hene."

'DÊ DESTEKÊ BIDIN BERXWEDANÊN HERÊMÎ YÊN LI DIJÎ TALÎBANÊ'

Hamîde Rencuzogullari got Efganistanê ber bi şerekî navxweyî ve dibin û wiha lê zêde kir: "Ji aliyekî ve derî li ber serweriya Talîbanê a li welêt vekirin, li aliyê din jî mîna li hemberî DAIŞ'ê, ji ber wehşeta Talîbanê, bertekên tund çêbûn. Ji ber vê yekê, berxwedana herêmî ya li dijî Talîbanê dê bê destekkirin ku ji niha ve dest pê kiriye. Ji ber vê yekê, şerê hêzan dibe ku heta parçebûna Efganistanê berdewam be."

ANHA