'Bersiva herî xurt a li hemberî dagirkeriyê yekitiya kurdan e'

Endamê Nivîsgeha Siyasî ya Partiya Çep a Kurd li Sûriyê Hisên El-Elî diyar ku dewleta Tirk hewl dide beriya bidawîbûna sedsaliya Peymanê Lozanê herêmên din dagir bike û got, li hemberî planên dagirkeriyê yên dewleta Tirk divê partiyên kurd yekitiya xwe ava bikin.

'Bersiva herî xurt a li hemberî dagirkeriyê yekitiya kurdan e'
31 tebax, 2021   03:06
HESEKÊ-OLVA HEC MENSÛR

Di demên dawî de dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêdetir kirine û rasterast sivîlan hedef digire. Armanca wê ji van  êrişan ew e ku sivîlan bitirsîne û herêmê ji niştecihên wê vala bike.

Endamê Nivîsgeha Siyasî ya Partiya Çep a Kurd li Sûriyê (PÇKS) Hisên El-Elî îşaret pê kir ku qonaxa gelê Kurd tê re derbas dibe gelekî dijwar e û wiha dewam kir: "Ji lew re divê partiyên kurd û gelê herêmê li dijî dagirkeriya Tirk hevgirtî bin û yekitiya kurdan ava bikin, ji ber ku siyaseta dewleta Tirk ji sedema Osmaniya kevn û heta Osmaniya nû ya serdema Erdogan ve diyar e ku ew jî heta bidawîbûna sedsaliya peymana Lozanê di 2023`yan de herêmên din dagir bike."

El-Elî da zanîn ku êrişên dewleta Tirk ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne nû ne û got: "Dewleta Tirk a dagirker projeyeke Kurd li ku derê hebe şerê wê dike, li aliyekî din jî li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û herêmên ku li Sûriyê dagir kirine, ji Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê rojane komkujiyan pêk tîne."

ꞌTIRKIYE ALOZIYÊN XWE YÊN HUNDIRÎN DERBASÎ BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYIÊ DIKEꞌ

Elî bang li Rûsya û Amerîkayê kir ku helwestên xwe yên li hemberî êrişên dagirkeriya Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê zelal bikin.

Hisên El-Elî ev li axaftina xwe zêde kir: "Em tevahî dizanin ku dewleta Tirk a dagirker di aloziya hundirîn de tengav bûye û bi rêya êrişên xwe yên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hewl dide vê aloziyê derxe derveyî welat."

ꞌYEKITIYA PARTIYÊN KURD DERBEYEKE XURT JI TIRKIYÊ Û PIŞTEVANÊN WÊ RE YEꞌ

Hisên El-Elî bang li gelê herêmê û partiyên kurd kir ku li dijî dagirkeriya Tirk bibin hêzek û herêmên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên ku dewleta Tirk dagir kirine rizgar bikin û ev lê zêde kir: "Divê partiyên kurd dev ji berjewendî û nakokiyên xwe berdin û ji bo serkeftina yekitiya neteweyî û berjewendiyên gelê Kurd kar û xebatê bikin."

Endamê Nivîsgeha Siyasî ya PÇKS'ê Hisên El-Elî da zanîn ku yekitiya partiyên kurd dê derbeyeke xurt ji Tirkiyê û piştevanên wê re be û wiha gotina xwe bi dawî kir: "Hêvîdar im ev serkeftin ji gelê Kurd re pêk were û projeyeke demokratîk a Kurd ava bibe, da ku li dijî dijminê gelê Kurd bisekinin."

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/yLgkZMdWr-0" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>