Artêşa dagirker gundên Şera û Şêrawa topbaran kirin

 Artêşa Tirk a dagirker vê sibehê gundên navçeyên Şera û Şêrawa yên kantona Efrînê ya dagirkirî topbaran kirin.

Artêşa dagirker gundên Şera û Şêrawa topbaran kirin
31 tebax, 2021   05:41
ŞEHBA

Li gorî agahiyên ji herêmê hatine bidestxistin, artêşa Tirk a dagirker vê sibehê di saet 6:00`an de gundên Merenaz, Malikiyê, Şewarxa, û Dêr Cimêlê yên navçeya Şera û gundê Ziyaretê yê navçeya Şêrawa ya girêdayî kantona Efrînê ya dagirkirî topbaran kirin.

Der barê encamên topbaranê de agahiyên berfirehtir nehatin bidestxistin.

ANHA