Li herêmên dagirkirî siyaseta tirkkirinê ya sîstematîk

Dewleta Tirk û çeteyên wê li herêmên dagirkirî û di çarçoveya berdewamiya siyaseta tirkkirinê li wan herêman de beşa zimanê Tirkî li “Zanîngeha Ezazê" zêde kir.

Li herêmên dagirkirî siyaseta tirkkirinê ya sîstematîk
31 tebax, 2021   10:58
NAVENDA NÛÇEYAN

Ji destpêka ku dewleta Tirk herêmên Sûriyê dagir kiriye ve û heta niha siyaseta tirkkirinê bi rêya avakirina zanîngeh, dibistan û fêrkirina zimanê Tirkî, pêk tîne. Ev jî hewldanek ji Erdogan e ku serdema Osmanî vejîne.

Têkildarî mijarê Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê got, rêveberiya zanîngeha bi navê Ezaz a girêdayî "hikûmeta demkî" di sala xwendinê ya nû de hin beşên nû weke fakulteya ragihandinê û beşa zimanê Tirkî li zanîngehê zêde kirin.

Li gorî qanûnên navneteweyî û pîvanên NY`yê ne ji mafê dewleta Tirk e ku biryarên girêdayî rewşa li herêmên Sûriyê yên dagikirî, bistîne, ji ber ku ew herêmên dagirkirî ne.

 (bx)