ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 31-08-2021

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 31-08-2021
30 tebax, 2021   23:00

-Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya Minbic û Gundewarên wê xwendekarên serkeftî yên astên navîn û amadehî xelat dike, saet 12:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Girê Spî Danyel Kobanê got, dewleta Tirk a dagirker di Tebaxê de zêdetirî 60 carî gundewarên rojavayê Girê Spî bi hemû çekên giran topbaran kirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Cîgirê Fermandarê Meclisa Leşkerî ya Babê Yûsif Erîme diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker bi êrişên xwe yên domdar ên li ser herêmê dixwaze qada dagirkeriya xwe fireh bike, ewlehiya herêmê têk bibe û şêniyan koçber bike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Hîndekarê Beşa Wêje û Zanistên Civakî ya Zanîngeha Rojava Beşîr Mele Newaf da xuyakirin ku xweparastina civakî yekane hêz e ku civakê li dijî êrişên dewleta Tirk li ser pêyan bihêle. (BI WÊNE Û DÎMEN).

DOSYA

- Xweparastin bi giştî rewşek e ku kes an jî komek xwe li dijî êrişên heyî an jî gengaz biparêze. Teqez e ku kes, kom an jî civakên ku xweparastina xwe, hişmendî û birêxistinbûna xwe pêk neanîne, li hember her cure êrişên li ser mafên xwe yên herî xwezayî bê parastin bimînin, têk biçin an jî ji holê rabin. (BI WÊNE).

POLÎTÎKA

- Endamê Nivîsgeha Siyasî ya Partiya Çep a Kurd li Sûriyê Hisên El-Elî diyar ku dewleta Tirk hewl dide beriya bidawîbûna sedsaliya Peymanê Lozanê herêmên din dagir bike û got, li hemberî planên dagirkeriyê yên dewleta Tirk divê partiyên kurd yekitiya xwe ava bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

-"Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê tenê çend kîlometreyan ji gundên me ve dûr in û rojane me topbaran dikin, lê em dev ji mal û gundên xwe bernadin." bi van gotinan Fatme Şêx Mihemed a dayika 3 têkoşeran berxwedana xwe wesif kir û piştrast kir ku dê dagirkeriyê têk bibin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ÇAND Û HUNER

- Navenda Şehîd Xabûr a Çand û Hunerê ya li Sirînê ku di dema dagirkirina çeteyên DAIŞ'ê de kaniya fikirê tundraw bû, lê îro ji bo tevahî pêkhateyên herêmê veguheriyê navenda fêrkirina mûzîk û hunerê. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA