Balafireke şer nuqteyên çeteyan li gundê Îska yê Efrînê hedef girtin

Çavkaniyan ji ajansa me re ragihand ku balafireke şer ku tê texmînkirin a Rûsyayê ye, li dijî hin nuqteyên çeteyan û artêşa Tirk a dagirker ên li gundê Îska yê navçeya Şêrawa a kantona Efrîna dagirkirî êriş pêk anîne.

Balafireke şer nuqteyên çeteyan li gundê Îska yê Efrînê hedef girtin
31 tebax, 2021   05:23
ŞEHBA

Çavkaniyên taybet ji Efrîna dagirkirî ragihandin ku êriş beriya saetekê li dijî daristana gund ku baregeheke leşkerî ya girêdayî çeteyên Feyleq Şam lê heye, pêk hatiye.

Çavkaniyan diyar kir ku di baregehê de navendeke perwerdeyê ya çeteyan û artêşa Tirk a dagirker heye. Heta vê kêliyê agahiyên têkildarî encamên topbaranê nehatin bidestxistin.

(cx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/HxvRDLQYAE8" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>