Li dijî kampa Êzidiyan ya li Zaxoyê êriş-HATE NÛKIRIN

Li dijî kampa Êzidiyan ya li Zaxoyê êrişeke hewayî pêk hat. Li gorî agahiyan , kuştî û birîndar hene.

Li dijî kampa Êzidiyan ya li Zaxoyê êriş-HATE NÛKIRIN
30 tebax, 2021   20:04
  NAVENDA NÛÇEYAN 

Li gorî Rojnews, li dijî kampa Êzidiyan a Qadiya ku dikeve Başûrê Zaxoyê balafirake bêmirov êriş pêk aniye. Şêniyên kampê ragihandin ku êriş ji aliyê balafireke bêmirov ve pêk hatiye. Lê li gorî hinek ragihandinên Başûr jî   teqîn rûdaye.

Heman çavkaniyê ragihand ku kuştî û birîndar jî hene û êriş li dijî mala berpirsekî PDK’ê yê Êzidî pêk hatiye. têgotin ji heman malê 2 kesan  jiyana xwe ji dest dane, kesek jî birîndar bûye.

Têgotin gelek ambûlans derbasî kampê bûne û xetên ceyranê jî qut bûne.

Ev agahiyên hatine dayîn, hîn bi temamî ne hatine piştrast kirin û Rêveberiya Asayîşa Zaxoyê jî têkildarî mijarê hîn daxuyanî ne daye.