Li balafirgeha Kabulê rêzeteqîn

Dezgehên çapemeniyê ragihand ku li balafirgeha Kabulê dengê rêzeteqînan û paşê dengê gulebaraneke dijwar hate bihîstin.

Li balafirgeha Kabulê rêzeteqîn
30 tebax, 2021   08:32
NAVENDA NÛÇEYAN

Berpirsekî Amerîkî ragihand ku nêzî 5 moşek ber bi balafirgeha Kabulê hatin avêtin.

Ji aliyekî din ve jî, li gorî ajansa Associated Press ku gule ji aliyê kesên nenas ve li derdora balafirgeha Kabulê hate avêtin.

Dezgehên çapemenî yên herêmî destnîşan kir ku moşekên ku ber bi balafirgehê ve hatin avêtin, ji erebeyekê li herêma Xêr Xanê ya bakur rojavayê paytexta Efganistanê ve hatin avêtin.

Ev yek jî piştî ku duh Amerîka bi rêya balafireke keşfê erebeyeke bombebarkirî ku di hundirê wê de êrişkarekî xwekuj hebû û amadekariya hedefgirtina balafireha Kabulê dikir bombebaran kir, pêk hat.

Li gorî toreya CNN, di encama bomebarana balafira Amerîkayê de, 9 kes ji malbatekê hatin kuştin, 6 jê zarok bûn.

(bx)