ꞌYekane rêya têkbirina dewleta Tirk yekitiya Kurdan eꞌ

Endamê rêveber ê Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Firatê Silêman Silêman bang li gelê Kurd ê li hemû parçeyên Kurdistanê kir ku li dijî  êrişên dewleta Tirk yekitiya xwe ava bike da ku aramî misoger  bibe û doza Kurdan  jî çareser bibe.

ꞌYekane rêya têkbirina dewleta Tirk yekitiya Kurdan eꞌ
30 tebax, 2021   05:40
KOBANÊ-MEYSA EKARÎ

Di demên dawî de dewleta Tirk a dagirker êrişên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde kirin, li hember van êrişan û bêdengiya Rûsya şênî bertekên xwe nîşan dan.

Der barê mijarê de endamê rêveber ê Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Firatê Silêman Silêman wiha got: "Di pêvajoya dîrokê de dewleta Tirk Kurdan hedef digire, dema şer li Kobanê qewimî me dît ku çawa piştgiriya DAIŞ`ê kir, piştre gelek herêmên bakurê Sûriyê dagir kirin û bi vê yekê tola binketina DAIŞ`ê hilanî û li dijî gelê herêmê komkujî û sûc pêk anîn."

Silêman da zanîn ku  dewleta Tirk dixwaze desthilata Osmanî ya berê vegerîne,  ev jî bi destwerdana li gelek dewletên Rojhilatê  Navîn diyar dibe, ji Lîbya, Ermenistan,  Sûriyê bigire heta bi Başûrê Kurdistanê  û Efganistanê.

Silêman destnîşan kir ku dewleta Tirk bi rêya êrişkirina herêmê dixwaze ewlehî û aramiya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê têk bibe.

Silêman da zanîn ku armanca dewleta Tirk ji êrişan derbekirina Rêveberiya Xweser, koçberkirina şêniyên herêmê û valakirina herêmê û dagirkirina wê ye.

Her wiha Silêman daxuyand ku gelê  herêmê bi hezaran şehîd dan û ji dêval cîhanê şerê DAIŞ’ê kir, niha jî her kes çavên xwe li hember êriş û sûcên li vî gelî digirin.

Silêman bang li gelê Kurd ê li tevahiya herêmên Kurdistnaê kir ku  li dijî êrişên dewleta Tirk yekitiya xwe ava bikin da ku aramî misoger bibe û doza Kurdan jî çareser bibe.

Her wiha bang li gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî kir ku nekevin xefka fitneyên dijminê Tirk, li ser xaka xwe bimînin û li  dijî dagirker û êrişan tê bikoşin.

Ji destpêka vê mehê ve ji ber êrişên balafirên Tirk ên li dijî gelek herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bi taybet li ser rêya Elî Fero, Eyn Îsa û Minbicê 11 kes şehîd bûn û bi dehan birîndar bûn.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/G4DA4U-bAUY" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>