Li Lîbyayê senaryoya hikumeta Fayîz El-Serac dubare dibe

Bi banga Debîbe ya beşdarbûna civîna parlamantoyê û redkirina beşdarbûnê re, nîşaneyên parçebûnekê eşkere derket holê. Ev dide diyarkirin ku sînaryoya hikumeta El-Serac a ku ji bo dîtina çareseriyekê ji aloziya Lîbyayê re hate avakirin dûbare dibe, lê girêkeke din lê zêde kir.

Li Lîbyayê senaryoya hikumeta Fayîz El-Serac dubare dibe
30 tebax, 2021   04:16
QAHÎRE –EMANÎ EZAM

Zextên li ser hikumeta Yekitiya Nîştimanî ya bi serkêşiya Ebdulhemîd El-Debîbe zêde dibin. Nemaze piştî ku 11 parlementeran xwestin ku bawerî ji hikumetê were kişandin, li aliyekî din derxistina pereyên giştî li derveyî welat û nepêkanîna sozên xizmeta giştî li Lîbyayê didomin.

Parlementerên ku daxuyanî îmze kirine xîtabeke dane serokê parlementoyê Aqîle Salih, tê de diyar kirin ku hikumet sozên ku di civîna parlementoyê ya dayîna baweriyê ya meha Adara borî de dabûn pêk neanîn û bi milyaran pere li Tirkiyê û Tûnisê xerç dikin bêyî ku pêşketinên di warê xizmetê de li welat çêbibe.

Parlementeran diyar kir kir ku koordîna û rêveberî ya ku hikumet ji destpêka avabûnê ve soza pêkanîna wan dabû tune ne, ev yek binkeftina wê di rêvebirina dweletê û pêkanîne beşek ji pêwîstiyên welatiyan de diyar dike.

Piştre 29 parlementerên ji herêma Berqayê daxwaz kirin ku bawerî ji hikumeta Debîbe were kişandin û ew tawanbar kir ku pêwîstiyên herî besît pêşkêşî gelê Lîbyayê nake.

Parlementeran di daxuyaniya xwe de got; "Serokê hikumeta demkî li gorî rêgeza ceza û binkeftinê nêzî herêma Berqayê dibe û bûye aliyekî di şer de."

Her wiha hikumeta Debîbe bi nepêkanîna nexşerêya lihevkirina siyasî tawanbar kir.

SALIH BANGA CIVÎNEKE LÊPIRSÎNÊ LI HIKUMETÊ DIKE

Li ser bangên parlementeran, serokê perlementoya Lîbyayê Aqîle Salih banga li serokê hikumetê Ebdulhemîd Debîbe kir ku beşdarî civîna lêpirsînê ya hikumetê bibe. Salih ji serokê hikumetê xwest ku bersiva pirsên parlenemteran bide û beşdarî civîna bersivdayînê bibe ya ku tê payîn îro 30'yê Tebaxê li dar bikeve.

Debîbe daxwaznameyeke fermî ji bo beşdarbûna civîna lêpirsîna ji hikumetê wergirt da ku bersiva pirsên parlementeran bide.

Piştre serokê parlementoya Lîbyayê Aqîle Salih gef xwar ku heger beşdarî civînê nebe dê baweriyê ji hikumetê bikişîne.

Salih rexne li hikumeta Debîbe kir û destnîşan kir ku  hikumet di yekkirina saziyan, peydakirina daxwazên welatiyan ên xwarin, kehrebe, derman, berjewendiyên niştimanî û amadekariyên hilbijartinan de bi bin ketin, her wiha got, piştî guhdarkirinê, parlemento dê biryara mayîna hikumeta Debîbe an jî çûyîna wê bide.

/kr/uploads/files/2021/08/29/184327_-.webp

Li ser mijiarê, endamê parlementoya Lîbya û endamê komîteya qanûnsaz a parlementoyê û biryardarê komîteya Kar û Barên Koçber û Penaberan Salih Efhîme ji ANHA'yê re got, parlementoyê li gorî madeya 188’an a qanûna 4’an a sala 2014’an vexwendineke fermî ji bo lêpirsînê ji hikumetê re şand.

/kr/uploads/files/2021/08/29/184312_-.webp

Şîrovekarê siyasî yê lîbyayî Ridwan El-Fîtorî ji ANHA'yê re axivî û diyar kir ku binpêkirin ji aliyê hikumeta Debîbe ve heye, ji ber vê yekê parlemento ew vexwend civîna lêpirsînê.

DEBÎBE BEŞDAR NABE

Hikumeta Yekitiya Nîştimanî ya Lîbyayê ragihand ku serokê wê Ebdulhemîd Debîbe wê beşdarî vê civînê nebe.

Berdevkê hikumetê Mihemed Hemûde ragihand ku serokwezîr wê beşdarî civînên parlementoyê yên vê hefteyê nebe.

Hemûde ji rojnamevan re got: "Hikumetê serokê parlementoyê li ser vê yekê agahdar kiriye û dibe ku di demên bê de beşdar bibin."

Ev daxuyaniyê hikumetê piştî axaftinên Debîbe hatin ku gotibû ew ê roja pêncşemê anku roja civînê li derveyî welat be.

Debîbe piştî ku beşdarbûna civîna lêpirsînê ya li pêşberî parlementoyê red kir, di xîtabekê de ji gelê Lîbyayê re got, parlemento xebatê hikumetê bi sedemên nezelal û nedurist asteng kir. Her wiha got, hikumeta wê bernameyeke geşkirinê ji bo Lîbyyaê amade kir, lê parlementoya Lîbyayê bi zanebûn plana hikumetê belat kir.

Girêdayê mijarê Ridwan El-Fîtorî wiha got: "Debîbe wê beşdar nebe, ji ber ku bi temamî mehkum e û gelek zext li ser serokê parlemento Aqîle Salih hene." Her wiha diyar kir ku mijar gihiştine dawiyê.

Selih Efhîma di hevdîtineke xwe ligel ANHA'yê de got: "Me ji hikumetê hêvî dikir ku rêzê ji qanûnê re bigire û pirsên ku endamên parlementoyê danîne bibersivanda, lê ya ku çêbû, ew e ku serokê hikumetê xîtabeke da gel ku helwest gûrtir kir, li beramberî wê serokê parlementoyê banga civîneke taybet ji kişandina baweriyê ji hikumetê kir."

8 DOSYAYÊN BINAKOK

Nakokiya dawî ya di navbera hikumeta Yekitiya Nîştimanî û parlementoyê de ya ku bû sedem civîna lêpirsîna bi hikumetê re were lidarxistin. Li piş vê civînê gelek nakokiyên din hene ku li pêşiya çareseriyê dibin asteng.

/kr/uploads/files/2021/08/29/184404_-.webp

Girêdayî mijarê, şîrovekarê siyasî û leşkerî yê lîbyayê Mihemed Salih El-Terhonî ji ANHA'yê re diyar kir ku ev nakokî di esas de li ser 8 dosyayên sereke ne, diviyabû ku hikumetê çareser kiribane, lê heya niha nehatine çareserkirin, ji ber ku hikumet di pêkanîna mîsyona xwe de bi bin ket.

Li gorî El-Terhonî, dosyaya yekemîn ku hikumet tê de bi binket, girêdayî pandemiya korona û rewşa tenduristiyê li welat e, hemû kes rewşa nexweşxaneyan şopandin, bi taybet kareseta li Misrata, Sûka Înê û kareseta li taxa Endelosê.

Dosyaya duyemîn jî girêdayî kehrebê ye, Debîbe berpirsên beşê kehrebeyê muxateb kir mîna ku ew tenê berpirsên aloziyê ne, di encamê de hikumet tu pêşketin di vê dosyayê de pêk neanî.

Dosyaya sêyemîn; desteserkirina pereyên giştî ye, di vê derbarê de El-Terhonî diyar kir ku Debîbe biryara erkdarkirin Mihemed El-Tirad mûdîrên banka Lîbya ya derve  derxist, piştî demeke kurt ji erdkarkirin, belgeyek derxist ku îsbat dike ku lîstokeke mezin a bi pereyên giştî çêbûye, ev lîstok girêdayî kirîna vêlatan û desteserkirina pereyên giştî ye.

Dosyaya çaremîn girêdayî bûdceyê ye, li gorî El-Teronî jî hikumt di dosyaya bûdceyê de bi awayekî mezin bi bin ket, hîna bûdceyek diyar nekiriye ku ji aliyê parlementoyê ve were qebûlkirin, nemaze di rewşên awarte û istiqrarê de, hikumet jî têbiniyên têkildarî bûdceyê yên ku parlementeran pêşkêş kirine qebûl nekirin.

Dosyaya pêncemîn girêdayî leşkerî ye, Debîbe di dosyaya derxistina çeteyên biyanî ji welat de tu pêşketin pêk neanîn. Her wiha di lihevkirinên bi Komîteya 5+5 de bi ser neket. Berovajî vê dixwest ku xebatên wê di rêya vekirina rêya beravî de di cara yekemîn de asteng bike. Li aliyekî din Debîbe di her serdaneke xwe de bi taybet ji bo Rûsya û Tirkiyê Mihemed El-Hedad wekî serokê erkan bi xwe re dibe. Lê ev erk ji aliyê komîteyê ve û di lihevkirinên siyasî de nehatiye erêkirin.

Dosyaya şeşemîn jî girêdayê têkiliyên wî bi Tirkiyê re. Têkildarî vê yekê El-Terhonî wiha dibêje: "Selah El-Nemrûş fermandarê herêma leşkerî ya rojavayê Lîbyayê hate erêkirin, diyar e ku ev yek bi daxwaza Tirkiyê bû da ku herêma nêzî baregeha Wetiyê di bin destê tirkan de biparêze. Her wiha hikumeta Yekitiya Nîştimanî di dosyaya lihevanîna nîştimanî de bi awayekî mezin bi bin ket."

Li gorî El-Terhonî, dosyaya heftemîn yek ji sedemên herî girîng ên girêkirina têkiliyên hikumet û parlementoyê ye, hikumeta Debîbe di çareserkirina dosyayên xeternak de bi bin ket, bi taybet dosyaya penabertiya nerewa ya ku beravên Zawiya, Zewara, Qerebolî û Xemis ku navnedên derketina ber bi Ewropa, nemaze Îtlayayê ve ye. Ji her penaberî re qaçaxçiyek heye ku ji aliyê dadgeha niştimanî û ya navneteweyî ve tên xwestin, mîna qaçaxçiyê navdar ê bi navê Balemo, Beydca û Far. Ev qaçaxçiyê çalakiyên xwe li herêmên di bin serweriya hikumeta Debîbe de dikin. Li gorî El-Terhonî têkiliyên van qaçaxçiyan bi hêzên Tirkiyê re yên ku baregeha Wetiyê dagir kirine baş in.

Dosyaya heştemîn a dawî, li gorî El-Terhonî girêdayî terorê û hewldana kuştina Qeys Seîd e. El-Terhonî der heqê vê yekê de wiha dibêje: "Dosyaya terorê û DAIŞ'ê çalakiyên xwe ji nû ve pêk tîne û xwe li herêma rojava, bi taybet Sebrata, Zawiya û Wetiyê ku di bin serweriya Tirkiyê ya dagirker de ne, bi rêxistin dike. Me encamên hewldana serokê Tûnisê Qeys Seîd dît, ku binga wê ji baregeha Wetiyê ya rojavayê Lîbyayê bû."

Ridwan El-Fîtorî jî got, hikumeta Debîbe neerêkirina biryara budceyê ji aliyê hikumetê ve dike hincet ku derdora 70 milyar dînar xerç kir, bêyî ku girîngiyê bide rewşa xizmetguzariyê. Her wiha got: "Hikumet ji destpêka 1'ê Kanûna borî ve miqdarên mezin ji banka navendî dikişîne. Ev yek li dijî qanûnê ye, ji ber ku qanûn mijara rewşa awarte ye û ji bo ku hikumet pê xebatên xwe bi rê ve bibe hayîn dayîn ne ku ji bo vê miqdarê mezin bikişîne."

/kr/uploads/files/2021/08/29/184441_-.webp

Rojnamevanê lîbyayî Nadir El-Honî diyar kir ku ya ku bûye, lîstin û xerçkirina pereyên giştî ji aliyê hikumeta demkî ve ye, diviyabû ku erka wê ya sereke rêvebirin û lidarxistina hilbijartinên parlemento û serokatiyê pêk anîba.. Lê mixabin rexmî daxuyaniyên eşkere yên serokê wê ku pêşwaziya hilbijartinan dike, lê ew û yên ku ji rewşa heyî ya welat sûdê digirin bi awayekî veşartî van xebatan asteng dikin.

El-Honî ji ANHA'yê re axivî û got: "Em hemû daxuyaniyên serokê Îxwan El-Muslimîn ên li Lîbya ku serkêşiya meclisa dweletê dikin, Xalid El-Muşrî dişopînin. Ew bi hemû hêzên xwe hilbijartinan asteng dikin, li hemberî vê yekê Neteweyên Yekbûyî û şandeya navneteweyê ya ku sponserê pêkanîna lihevkirinên Cinêv û Berlînê ye bê deng in." Rojnamevan diyar kir ku Îxwan El-Muslimîn ji encamên binkeftinên hilbijartinan e.

SÎNAROYAYA HIKUMETA EL-SERAC DÛBARE DIBE

/kr/uploads/files/2021/08/29/184421_-.webp

Gerînendeyê Navenda Afroasyawî ya Lêkolînên Siyasî û Lêkolînerê Kar û Barên Lîbyayî Mihemed Fethî El-Şerîf dibêje, nîşaneyên parçebûna li Lîbyayê eşkere xuya dibin.

El-Şerîf her wiha got: "Ev hemû, bûyerên ku hikumeta Sixeyrat a bi serkêşiya Fayiz El-Serac sala 2015'an derxistin, tîne bîra me. Hikumeta El-Serac jî bi heman sînaroyaya ku hikumeta Ebdulhemîd Debîbe dest pê kiribû, dest pê kir. Hikumeta El-Serac ji hemûyan re vekirî bû, lê piştî xwe da aliyê Tirkiyê ya mêtînger û milîsên çekdar. Ev yek qutbûneke bi parlemento û hêzên çekdar ên erebî yên Lîbyayê re çêkir. Di encamê de xebatên siyasî, ewlehî û aborî paş ket û pirsgirêk mezintir bû, tevî ku El-Serac endamekî parlementoyê bû. Debîbe jî heman tiştî dûbare dike, ku bi nêzîbûneke bi hemûyan re dest pê kir û di dawiyê de qonaxeke nû ji dijberiyê ji aliyê parlemento û hêzên çekdar ên erebî yên lîbyayê ve dest pê kir.

El-Şerîf diyar kir ku parlementer hene dê baweriyê ji hikumetê bikişînin, lê divê bi erêkirina piraniya be, lê ev yekê dê çênebe, ji ber piraniya parlementer bi mijarên din mijul in û ne bi zexta navneteweyî be beşdar nabin.

Li gorî Mihemed Fethî El-Şerîf "Dibe ev parçebûn zêdetir be û pêvajoyeke nû ji nîqaşan di navbera hikumet û meclisa dewletê (Îxwanî) ji aliyekî ve û parlemento û hêzên çekdar ji aliyekî din ve dest pê bike. Hikumeta Debîbe dê heya demekê zêdetirî du salan li ser desthilatê be û dê hilbijartin di dîroka diyr de pek neyîn. Di demeke nêzîk de dê însiyatîfeke nû bi sopnseriya navneteweyî û pêvajoya siyaseteke nû were ragihandin.

Endamê parlementoya Lîbya û endamê komîteya qanûnsaz a parlementoyê û biryardarê komîteya Kar û Barên Koçber û Penaberan Salih Efhîme texmîn kir ku rûniştina parlamentoyê ya demkî di navenda wê ya li Tebreq de li dar keve.

Efhîme da zanîn ku hekw dengdayîn li ser pêşniyara kişandina baweriyê pêk neyê, dijwar e bawerî ji hikumetê were kişandin. Ji ber li gorî madeya 30 ya di benda 6’an a ji ragihandina destûra demkî de heye ku divê 130 deng hebin. Ev yekî ji dijwar e û bi wê re dê rewş heta 24’ê Kanûna îsal bimîne anku heta soza hilbijartinan a ku nayê zanîn ku li dar keve yan na.

(bb)

ANHA