Du koçberên Efrînê bi çandina dar û kulîlkan êşên koçberiyê sivik dikin

Dûrketina wan ji gundê wan, bandor li girêdana wan bi çandan wan ve nekir. Mihemed Henîf û Asya Şêxo ên temenmezin ên ji Efrînê bi çanda kulîlk û daran sebra xwe tînin û hewl didin êş û xemên koçberiyê li ser xwe sivik bikin.

Du koçberên Efrînê bi çandina dar û kulîlkan êşên koçberiyê sivik dikin
30 tebax, 2021   06:44
ŞEHBA- FÎRAS ÎBRAHÎM – XANDÎ ELO

Jina temenmezin a bi navê Asya Şêxo (63) ji beriya 12 salan ve bi nexweşiya penceşêrê ya sîng re rû bi rû ye, lê belê ew li hemberî wê nexweşiyê li ber xwe dide û hewl dide xewna vegera li xaka xwe û darên zeytûnan pêk bîne. Hevserê wê jî alîkarî û piştgiriya wê dike.

Asya Şêxo konê xwe yê li kampa Serdem a kantona Şehbayê bi gelek cureyên kulîlk, şênkahî û daran dixemilîne. Keskahiyê xwe li derdorê kon pêçaye, bi wê yekê konê wê wekî tabloyeke hunerî xuya dike. Her wiha di nava baxçeyê xalîtka Asya de, darên zeytûnan ên biçûk hene.

'MIN DAREK ZEYTÛNAN JÎ ÇAND, DA KU EZ AXA WELATÊ XWE JI BÎR NEKIM'

Mêrê temenmezin ê bi navê Mihemed Henîf (67) jî got, “Me gelek cureyên keskahî û sebzeyan çandin, da em xwe pê mijûl bikin, em bixwin û li cîranan belav bikin. Min darek zeytûnan jî çand da ku ez axa welatê xwe ji bîr nekim.”

Henîf di komîteya xizmetguzariyê ya komîna kampa Serdem de kar dike. Ruxmî keda bi salan jî, lê belê ew hez dike ku xizmeta civaka xwe bike. Apê Henîf got, “Ez di komîteya xizetguzariyê de kar dikim, da ez alîkariya şêniyan bikin û xizmetê ji wan re pêşkêş bikin.”

'GER EM LI EFRÎNÊ MABANA, WÊ REWŞA HEVSERA MIN PIR XIRAB BIBÛYA'

Ji beriya salekê ve xaltîka Asya û Apê Henîf şitlên dar û kulîlkan li dor konê xwe diçînin û pê sebra xwe tînin, nexasim ku zarokên wan tune ne.

Henîf got ku ger ew li Efrînê mabana, dê rewşa hevsera wî pir xerab bibûya û wiha dewam dike: “Ger em li Efrînê mabana, dê rewşa hevsera min pir nebaş bibûya, ji ber ku çete gelek astengiyan ji gel re derdixin. Ji ber wê em jî derketin. Çete bê wijdan in û rûmet li cem wan tune ye"

'EM DIXWAZIN XWEZAYA EFRÎNÊ YA BEDEW LI VIR VEJÎNIN'

Apê Henîf wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Xwezaya bedew a me li Efrînê hiştî, em dixwazin li vir bi derfetên xwe yên heyî vejînin.”

Xaltîka Asya jî bi van gotinan behsa azarên xwe ji ber nexweşiyê kir: “Beriya 12 salan ez bi nexweşiya penceşêrê ya sing ketim. Piştî em koçberî kantona Şehbayê bûn, min dermanê kîmyewî bir, lê min fayde nedît, piştre min emeliyeta rakirina sing çêkir. Gelek rojan ez di nexweşxaneya Avrîn û nexweşxaneyên din ên Helebê de mam, me hemû pereyên xwe li nexweşxane û dermanan xerc kirin.”

'ÎRO ÇETEYÊN TIRKIYÊ DEST DANÎNE SER MAL Û AXA ME'

Xaltîka Asya diyar kir ku êdî debara jiyanê zehmet bûye û wiha lê zêde kir: “Li Efrînê mal, milk û baxçeyên me û erdên zeytûnan hebûn. Halê me xweş bû. Lê li vir bihusteke axa me nîne. Pereyên me kom kiribûn jî êdî ber bi xilasbûnê ve diçin.”

Asya Şêxo di dawiya axaftina xwe de got ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker dest danîne ser mal û milkên wan ên li Efrînê.

Mihemed Henîf û Asya Şêxo, jiyana di bin dagirkeriyê de li Efrînê red kirin û niha ew jî wekî bi dehhezaran koçberên Efrînê li Şehbayê li ber xwe didin.

(cx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/lsDpn3PzS98" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>