Rojnameyên erebî: Li Derayê seferberiya giştî   

Rojnameyên erebî vê sibê der barê başûrê Sûriyê, rewşa Iraqê û aloziya Lîbyayê de, nivîsandin.

Rojnameyên erebî: Li Derayê seferberiya giştî   
30 tebax, 2021   07:04
NAVENDA NÛÇEYAN

HÊZÊN HIKUMETA ŞAMÊ HEWL DIDE JI 3 ENIYAN VE DERBASÎ DERA EL-BELED BIBIN

Rojnameya El-Şerq El-Ewsat têkildarî mijarê wiha nivisî: “Piştî redkirina daxwazeke komîteya ewlehiyê ya hikumeta Şamê û Rûsya ku 50 kes ji şêniyên Dera El-Beled werin koçberkirin, hêzên Firqeya 4`an ku bajar dorpêç kiriye, duh hewl da ji 3 eniyan ve derbasî bajêr bibe. Hemwextî wê taxên dorpêçkirî bi awayekî dijwar hatin topbarankirin û şer bi şêniyên bajêr re ku rê li pêşiya ketina Firqeya 4`an ji bajêr re digirin, derket.

Şêniyan ji Reutresê re got hêzên hikumeta Şamê herêma herî dawî ya çekdarên opozîsyona Sûriyê ya li Derayê duh topbaran kir. Di encamê de herî kêm 6 kes hatin kuştin.

Ji ber van geşedanan, komîteya navendî ya gundewarê rojavayê Derayê li ser hawara şêniyên Dera El-Beled daxuyaniyek da û tê de seferberiya giştî ragihand. Her wiha di daxuyaniyê de gef li hêzên hikumeta Şamê hate xwarin ku eger milîsên Firqeya 4`an û Îranê hemleya xwe ya leşkerî ya li dijî taxên dorpêçkirî ranewestînin û dorpêçê bidawî nekin, wê şer li hemû parêzgehê ragihîne.

Firqeya El-Nuxba ya artêşa Sûriyê ku komên çekdar ên Îranê piştgiriya wê dikin rê neda ku alîkariyên sotemenî û xwarin bigihêjin Dera El-Beled, da ku çekdaran neçar bibin xwe radestî wan bikin.

EL-SEDIR BI EL-KAZIMÎ RE ENCAMÊN SIYASÎ YÊN CIVÎNA BEXDAYÊ PARVE KIRIN

Girêdayî rewşa Iraqê rojnameya El-Ereb wiha nivisî: “Muqteda El-Sedir lidarxistina civîna Bexda ya Hevkariyê li gorî berjewendiyên xwe bi kar anî û xwe wek zilamê dewletê yê ji bo birêvebirina pêvajoya bê guncew nîşan da.

 

El-Sedir bi rêya hesabê xwe ya li ser Twitterê got: “Iraq dikare roleke girîng di sepandina ewlehiyê li Rojhilat Navîn de bilîze. Civîna Bexdayê ku gelek alî li hev kom bike biser ket.”

Serokwezîrê Iraqê Mistefa El-Kazimî bi rêya avakirina têkiliyên hevseng bi hêzên herêmî yên çalak re, hewl da Iraqê ji rewşa wê ya nearam derxe û ji nû ve aboriya wê ya binketî sererast bike. Lê xuyaye ku El-Sedir hewl dide encamên van hewldanan bi Kazimî re parve bike bi şêwazekê ku armancên xwe yên di pêşerojê de pêk bîne.”

GELEK MIJAR DI CIVINA CIRANÊN LIBYAYE DE YA LI CEZAYIR DÊ WERIN NIQASKIRIN

Girêdayî rewşa Lîbyayê rojnameya El-Beyan wiha nivisî: “Îro li Cezayirê civîna cîranên Lîbyayê li dar dikeve. Di vê civînê de wê geşedanên li Lîbyayê û rêbazên piştgiriya desthilatên demkî da ku hilbijartin li dar kevin werin nîqaşkirin.

Dê serokwezîrên Misir, Tunis, Lîbya, Sûdan, Tişad, Nîjer, sekreterê Komkara Ereban Ehmed Ebû El-Xêt û Cezayir ku civîn pêşwazî kiriye û nûnerên Neteweyên Yekbûyî (NY) û Yekitiya Afrîkayê di civînê de beşdar bin.

Tê payîn mijarên wekî çareseriya siyasî, lidarxistina hilbijartin, lihevanîn, rewşa ewlehiyê, yekkirina saziya leşkerî û doza çekdarên biyanî bibin mijarên sereke yên civînê.

 (şx)