Bangawaziyên naskirina Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê didomin

Endamên Partiya Sûriya Pêşerojê da zanîn ku pêwîst e civaka navneteweyî Rêveberiya Xweser nas bike ku di salên borî de xwe îsbat kir ku ew projeya herî guncaw e ji bo bidawîkirina krîza Sûriyê re.

Bangawaziyên naskirina Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê didomin
30 tebax, 2021   06:34
REQA-EHMED EL-ESAF

Di demeke ku hin dewlet hewldana têkbirina projeya Rêveberiya Xweser û destkeftiyên gelan dikin de, endama Meclisa Giştî ya Partiya Sûriya Pêşerojê Zelîxe Ebdî axivî û got: "Serkeftina mezin a ku Rêveberiya Xweser di hemû waran de pêk aniye, li kêrî siyaseta gelek dewletan nayê, bi taybet piştî ku herêmên Bakur û Rojhialtê Sûriyê şerê hundirîn rizgar bû, mînaka wê jî bûyerên niha li herêmên din ên Sûriyê diqewimin."

Zexlîxe Ebdî wiha axaftina xwe dewam kir: "Rêveberiya Xweser bi rêya avakirina rêveberiya sivîl, leşkerî û siyasî ya her herêmekê, tevlêbûna hemû beşên civakê ya ji rêveberiyên wê re û dabînkirina xwestekên jiyanê yên gelan digel şerê ji zêdetirî 10 salan rû dide, xwe îsbat kir ku ew projeya herî serkeftî ye û yekane projeya çareserkirina krîza Sûriyê ye."

Li aliyekî din jî serokê Nivîsgeha Rêxistinê ya Meclisa Sivîl a Reqa ya Partiya Sûriya Pêşerojê Îsa Xabûr da zanîn ku partiyê di 2’yemîn kongreya xwe ya damezrîner de diruşma xurtkirina Rêveberiya Xweser û geşkirina QSD’ê hildabû û ew bi diruşmê ve girêdayî ne û wiha got: "Partiya Sûriya Pêşerojê piştevaniya Rêveberiya Xweser dike."

Îsa Xabûr ev tişt got: "Armanca Partiya Sûriya Pêşerojê ew e ku krîza Sûriyê bi rêya diyalogên sûrî bêyî destwerdanên derve çareser bibe, nexasim ku hin dewletên herêmê bi hemû rêbazên xwe hewl didin şerê Sûriyê berdewam dikin, da ku li ser hesabên gelê Sûriyê yê ku şer ew westandiye, berjewendiyên xwe pêk bînin."

Di dawiyê de endamên Partiya Sûriya Pêşerojê bang li civata navneteweyî kir ku Rêveberiya Xweser nas bike ku nûnertiya gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike.

(eh)

ANHA