Akademîsyen: Armanca tecrîdê mayîndekirina hegemoniya li ser Rojhilata Navîn e

Ji rêveberên Akademiya Şehîd Îsmaîl Mûsa ya Minbicê Mehmûd Bekro got, armanc ji girankirina tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan ew e ku nehêlin fikrê wî belav bibe û ditirsin ku herêmên di bin serweriyan de jê derkevin.

Akademîsyen: Armanca tecrîdê mayîndekirina hegemoniya li ser Rojhilata Navîn e
30 tebax, 2021   02:01
MINBIC – SELWA EBDUREHMAN

Hikumeta Tirkiyê tecrîdeke giran li ser Rêber Abdullah Ocalan ferz kiriye û armanca jê ew e ku rê li pêşiya fikrên wî yên ku ji bo dozên girîng yên li Rojhilata Navîn û cîhanê re çarserî ne, bigire. Ji ber vê yekê rê nadin ku parêzer û malbata wî pê re hevdîtinan pêk bînin.

Ajansa me têkildarî mijarê hevdîtin bi akademîsyen Mehmûd Bekro re çêkir. Mehemûd Bekro di axaftina xwe de wiha got: "Armanc ji dîlgirtina rêber Abdullah Ocalan ew e ku şerê fikir û projeya neteweya demokratîk ku hevgirtina pêkhateyên herêmê û jiyana hevbeş di navbera hemû neteweyan de esas digire, bike."

Bekro got sedema girankirina tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan ji aliyê dewleta Tirk ve ew e ku dewleta Tirk û dewletên ku destekê didin wê ji belavbûna fikrên wî ditirsin, bi taybet dewleta Tirk û hêzên kapîtalîst ku hewl didin li Rojhilata Navîn gendeliyê zêdetir belav bikin.

Bekro destnîşan kir ku di tevahî cîhanê de qanûnên zindanan hene, parêzer serdana girtiyan dikin, lê dewleta Tirk van qanûnan bin pê dike, derfetê nade parêzer û malbatên girtiyan ji bo ku serdana wan bikin û wiha domand: "Ev yek jî diyar dike ku dewletên desthilatdar û di serî de jî dewleta Tirk ji firkên rêber Abdullah Ocalan û belavbûnê wê di nava gelan de, her wiha ji bidestxistina azadî û demokrasiyê, ditirsin."

Mehmûd Bekro diyar kir ku çareseriyên rêbertî ji hemû dozên li Rojhilata Navîn heyî re ku dewletên desthildatdar dixwazin cihê xwe tê de bigirin û gelê wê bikin kole re hene.   Dewletên desthilatdar hewl didin hebûna xwe di van herêmê de biparêzin û vê yekê jî li ser hesabê azadiya gelên herêmê pêk tînin.

Mehmûd Bekro di berdewamiya axaftina xwe de ev tişt anî ziman: "Fikrên rêber Abdullah Ocalan parastina mafên hemû pêkhateyan dike. Ew ne tenê girêdayî pêkhateyekê yan jî gelekî ye. Rêveberiya Xweser yek ji maf û çareseriyên li herêmê ye. Ji ber wê jî dewleta Tirk şerê wê dike û gelê wê dike hedef. Vê yekê jî bi rêya topbarana li ser herêmên ku sivîl di wan de dijîn, pêk tîne.  Aramnca wê ew e ku niştecihan koçber bike û aramî û ewlehiya herêmê têk bibe."

Mehmûd Bekro di axaftina xwe de bang li hemû aliyên pêwendîdar kir ku sûcên dewleta Tirk, nexasim ên di zindanan de eşkere bike, rewşên kesên ku di zindanên dewleta Tirk de ketine gireva birçîbûnê, diyar bike û li hember sûcên dermirovî helwest nîşan bidin.

Mehmûd Bekro gotina rêber Abdullah Ocalan bi bîr xist ku dibêje: "Ez ji aliyê fikrî ve azad im û ji aliyê fîzîkî ve girtî me, lê hûn di aliyê fîzîkî de azad in, lê ji aliyê fikrî ve girêdayî ne." Mehmûd Bekro wiha pê de çû: "Em dibînin ku Rêbertî bi fikir û pirtûkên xwe heta di hundirê zîndanê de jî karibû rewşa li derve biguhere."

Akademîsyen Mehmûd Bekro wiha dawî li axaftina xwe anî: "Fikrên rêber Abdullah Ocalan ji gelên bindest re ku ji aliyê rejîmên serdest û dewletên desthitdar ve rastî zilm û zordariyê tên, hêvî ye. Bi saya fikrê rêber Ocalan dê hemû  gel bigihêjin maf û azadiya xwe û dê dozên li Rojhilata Navîn werin çareserkirin."

(bx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/G4wFJC5y6Mo" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>