‎‛Armanca êrişên dagirkeriya Tirk ên li dijî kurdan qirkin e’‎

Hevserokê Meclisa TEV-DEM’yê ya Herêma Firat Osman Xelef da zanîn ku ‎dewleta Tirk hewl dide bi hemû rê û rêbazan û sûcan kurdan qir bike.‎

‎‛Armanca êrişên dagirkeriya Tirk ên li dijî kurdan qirkin e’‎
29 tebax, 2021   23:38
KOBANÊ-MEYSA EKARÎ

Dewleta Tirk tevger û êrişên xwe li dijî gelek herêmên Kurdistanê bi rê û rêbazên cuda zêde kirin, bi wê yekê hewl dide hebûna gelê Kurd çi li Bakur, Başûr an jî Rojava qir bike.

Dewleta Tirk ji Herêmên Parastinê yên Medyayê yên Başûrê Kurdistanê bigire heta bi herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê êriş dike. Li gel wê jî tecrîd li ser rêber Ocalan giran kiriye. Her wiha êrişî siyasetmedar û parlamenterên Kurd ên li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê dike.

Dewleta Tirk a dagirker ne tenê şerekî leşkerî li dijî kurdan pêk tîne, lê belê li tevahî Kurdistanê şerekî li dijî gelê Kurd pêk tîne, anku çîna ciwan û jinan bi taybet hedef digire û hewl dide civakê ji hundir hilweşîne. ‎

Çi êrişên dagirkeriya Tirk pêk werin, armanca wê yek in, ew jî girtina gelê Kurd û îmhakirina nexşeya Kurdistanê ye. Heke ev yek bi şerê sor pêk neyê, dê bi şerê spî pêk bîne.

‛ÊRIŞÊN ZÊDE SÛDGIRTINA JI RWEŞA LI EFGANISTANÊ YE Û ARMANC JÎ PÊKANÎNA DESTKEFTIYÊN NÛ YE’

Têkikdarî êrişên dewleta Tirk ên li dijî herêmên Kurdistanê û armancên wê, Hevserokê TEV-Meclisa Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) ‎Osman Xelef axivî û got: "Êrişên li dijî herêmên Kurdistanê bi giştî û Bakur û Rojhilatê Sûriye bi taybet bi armanca têkbirina projeya neteweya demokratîk a bi nûnertiya Rêveberiya Xweser e. Ji wê zêdetir jî armanca êrişan derxistina fîtneyê di nava pêkhateyên herêmê de ye ku têgeha neteweya demokratîk pêk tînin."

Osman Xelef  wiha li gotina xwe zêde kir: "Bi mijûlbûna cîhanê bi rewşa li Efganistanê re, dewleta Tirk êrişên xwe li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde kirine. Bi wê re hewl dide herêmên din ên Sûriyê dagir bike." ‎

Xelef behsa bêdengiya cîhanê li hember êrişên dewleta Tirk kir, bi taybet bêdengiya Amerîkayê û wiha domand: "Li pişt vê bêdengiyê berjewendiyên hevbeş ên dewletên hegemon hene." ‎

‛QIRKIRINA KURDAN KILÎTA BERDEWAMA DESTHILATA FAŞÎZMA TIRK E’

Osman Xelef destnîşan kir ku dewleta Tirk hewl dide gelê kurd tune bike û wiha anî ziman: "Dewleta Tirk hewl dide bi rêya tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan gelê Kurd qir bike. Armanca tecrîda li dijî rêber Ocalan ew e ku fikir û perpektîfên rêber Ocalan dernekevin derve. Ji ber perspektîfên rêber Ocalan kilîta çareseriya pirsgirêkên li Rojhilata Navîn e. Lê dewletên hegemon û kapîtalîst vê yekê naxwazin, di serî de jî dewleta Tirk." ‎

Xelef diyar kir ku li gel hewldanên dagirkeriya Tirk ên qirkirina gelê Kurd, vê carê hewl dide qada siyasî ya li Bakurê ‎Kurdistanê û Tirkiyê bi rêya girtina endamên HDP’ê û parlamenterên Kurd piştî rakirina ‎parêzbendiyê ji ser wan, qir bike. Ev jî nîşaneyeke eşkere ye ku HDP’ê partiyekî civakî ye û ‎baweriya civakê pê heye û li gorî bingehên demokrasiyê tev digere. Ji lew re dewleta Tirk ji wê ‎ditirse.‎

Osman Xelef daxuyand ku li gel tunekirina qada siyasî ya li hember faşîzma Tirk li ber xwe dide, dewleta Tirk armanc dike ku hêzên leşkerî yên li hember desthilata wê li ber xwe didin qir bike. Xelef wiha pê de çû: "Dewleta Tirk wê yekê bi rêya êrişên hovane yên li dijî hêzên Tevgera Rizgariya Kurdistanê yên li çiyayên Kurdistanê pêk tîne. Lê di her carê de li hember berxwedana gerîla têk diçe."

‛STRATEJIYA ÊRIŞÊN TIRKIYÊ YÊN LI DIJÎ DEWLETÊN CÎRAN EW E KU BALÊ JI SER PIRSGIRÊKÊN HUNDIRÎN BIKIŞÎNE’

Têkildarî vê yekê Osman Xelef ev tişt got: "Dewleta Tirk hewl dide bi êrişên li dijî dewletên cîran, balê ji ser pirsgirêkên aborî û siyasî bikişîne. Ji şewatên li daristanên Tirkiyê bigire heta bi lehiyan ku di encama wan de windahiyên mirovî û zirarên madî çêbûne. Li gel wê jî da ku raya giştî ya hundir bi êrişên li derve re mijûl bike." ‎

‛ARMANC JI ÊRIŞAN QIRKIRINA GELÊ KURD E, DIVÊ GELÊ KURD PLANÊN DIJMIN BIZANE’

Xelef piştrast kir ku êrişên dewleta Tirk ne tenê li dijî Tevgera Rizgariya Kurdistanê ne, lê belê ‎êrişên wê li dijî tevahî gelê Kurd e. ‎

Osman da zanîn ku divê gelê Başûrê Kurdistanê xeteriya li dijî xwe bizane û wiha gotina xwe berdewam kir: "Heke dewleta Tirk Tevgera Azadiya Kurdistanê tune kir, dê PDK’ê û pêşmergeyan jî tune bike. Niyetên wê di hewldana hikumeta Başûrê Kurdistanê ya referandomê de eşkere bûn. Di wê demê de bertek û tevgerên dewleta Tirk li dijî referandomê bûn." ‎

Hevserokê Meclisa TEV-DEM’ê Osman Xelef wiha gotina xwe bi dawî kir: "Divê gelê Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê planên dewleta Tirk ên dagirkirinê û qirkirina kurdan bizane û xebatên xizmetî gelê Kurd û doza Kurd dikin pêk bîne û nekevin xefka planên dijmin." ‎

‏(dm)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/WifJVm8lu54" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>