1’emîn konferansa Komîteya Wêjeyê ya Rojavayê Kurdistanê bi encameyekê bi dawî bû

Komîteya Wêjeyê ya Rojavayê Kurdistanê  1’emîn konferansa xwe bi encamnameyekê bi dawî kir. Yek ji xalên sereke yên konfransê guhertina navê komîteyê bû.

1’emîn konferansa Komîteya Wêjeyê ya Rojavayê Kurdistanê bi encameyekê bi dawî bû
29 tebax, 2021   16:58
QAMIŞLO

Îro Komîteya Wêjeyê ya Rojavayê Kurdistanê bi dirûşma “Wêje..Hizir, Hebûn û Berxwedan e” 1’mîn konfransa xwe li hola Efrîn a li Qamişlo bi amadebûna 65 delegeyî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dar xist.

Di encama konfransê de navê (Komîteya Wêjeyê ya Rojavayê Kurdistanê) bû Dîwana Wêjeyê. Her wiha 5 kes ji bo rêveberiya Dîwana Wêjeyê hatin hilbijartin, navên wan wiha ne; Narîman Evdikê, Zara Mihemed, Ebdulmecîd Xelef, Botan Hoşê û Ednan Îbrahîm.

Encamnameya konfransê ji aliyê endama rêveberiya Komîteya Wêjeyê ya Rojavayê Kurdistanê Zara Mihemed ve hat xwendin û naveroka wê wiha ye:

/kr/uploads/files/2021/08/29/165858_img_2854.webp

`Di 29`ê Tebaxa 2021`an de bi insiyatîfa Komîteya Wêjeyê ya Rojavayê Kurdistan û bi silogana “Wêje.. Hizir, Hebûn û Berxwedan e” 1’emîn konfransa Dîwana Wêjeyê bi amadebûna hejmareke mezin ji wêjevan, lêkolîner û xemxurên wêjeyê li dar ket.

Bi amadebûna 65 delege ji hemû bajar û bajarokên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, nîqaşên zengîn û hêja der barê rewşa wêjeyê li herêmê, astengiyên li pêşiya wêjevanan, çawaniya pêşxistina wêjeyê ku bibe bersiv ji guherînên nû re, hatin kirin. Her wiha kar û xebatên dema borî hatin nirxandin û çawaniya pêşvebirina vê xebatê di demên pêş de hate guftûgokirin, di encamê de gelek biryarên girîng hatin dayîn û komîteyeke rêvebir hate hilbijartin ku bikaribe armanc û hêviyên konferansê pêk bîne û di Bakur û Rojhilatê Sûriyê de pêşxistinekê di warê wêjeyê de ava bike.`

1’emîn Konfransa Komîteya Wêjeyê ya Rojavayê Kurdistanê bi dawî bû.

(sb)

ANHA