ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 30-08-2021

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 30-08-2021
29 tebax, 2021   23:00

- Rûspiyên bajarê Helebê da zanîn ku erka xweparastinê erkekî hemû sûriyan e. Di heman demê de destnîşan kir ku bingeh û stûna civaka demokratîk yekitiya pêkhateyan e. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Dûrketina wan ji gundê wan, bandor li girêdana wan bi çandan wan ve nekir. Mihemed Henîf û Asya Şêxo ên temenmezin ên ji Efrînê bi çanda kulîlk û daran sebra xwe tînin û hewl didin êş û xemên koçberiyê li ser xwe sivik bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Endamê rêveber ê Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Firatê Silêman Silêman bang li gelê Kurd ê li hemû parçeyên Kurdistanê kir ku li dijî  êrişên dewleta Tirk yekitiya xwe ava bike da ku aramî misoger  bibe û doza Kurdan  jî çareser bibe. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Endamên Partiya Sûriya Pêşerojê da zanîn pêwîst e civaka navneteweyî Rêveberiya Xweser nas bike ku di salên borî de xwe îsbat kir ku ew projeya herî guncaw e ji bidawîkirina krîza Sûriyê re. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANALÎZ

- Li gorî lêkolînên arkeolojîk cureya jê re tê gotin mirov li rojhilatê Efrîkayê, li derdora gola Vîctoryayê teqrîben ji beriya 3-4 milyon sal dest bi jiyana xwe dike (ji ber ku encamên cuda yên wekî 5, 7, 3 yan jî 2 milyon hene me gotiye teqrîben).

CÎHAN

- Bi banga Debîbe ya beşdarbûna civîna parlamantoyê û redkirina beşdarbûnê re, nîşaneyên parçebûnekê eşkere derket holê. Ev dide diyarkirin ku sînaryoya hikumeta El-Serac a ku ji bo dîtina çareseriyekê ji aloziya Lîbyayê re hate avakirin dûbare dibe, lê girêkeke din lê zêde kir. (BI WÊNE)

KURDISTAN

- Hevserokê Meclisa TEV-DEM’yê ya Herêma Firat Osman Xelef da zanîn ku ‎dewleta Tirk hewl dide bi hemû rê û rêbazan û sûcan kurdan qir bike.‎ (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Ji rêveberên Akademiya Şehîd Îsmaîl Mûsa ya Minbicê Mehmûd Bekro got, armanc ji girankirina tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan ew e ku nehêlin fikrê wî belav bibe û ditirsin ku herêmên di bin serweriyan de jê derkevin.

CIVAK Û JIYAN

- Rojavayê bajarê Kobanê bi çandina garis navdar bû, lê piştî ku dewleta Tirk a dagirker ava Firatê qut kir êdî cotkar bi awayekî kêm garis diçînin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA