​​​​​​​Yekemîn Konfransa Komîteya Wêjeyê ya Rojavayê Kurdistanê dest pê kir

Bi dirûşmeya “Wêje.. hizir, hebûn û berxwedan e”, Komîteya Wêjeyê ya Rojavayê Kurdistanê li hola Efrînê ya li bajarê Qamişlo, konfransa xwe ya yekemîn li dar dixe.

​​​​​​​Yekemîn Konfransa Komîteya Wêjeyê ya Rojavayê Kurdistanê dest pê kir
​​​​​​​Yekemîn Konfransa Komîteya Wêjeyê ya Rojavayê Kurdistanê dest pê kir
​​​​​​​Yekemîn Konfransa Komîteya Wêjeyê ya Rojavayê Kurdistanê dest pê kir
​​​​​​​Yekemîn Konfransa Komîteya Wêjeyê ya Rojavayê Kurdistanê dest pê kir
​​​​​​​Yekemîn Konfransa Komîteya Wêjeyê ya Rojavayê Kurdistanê dest pê kir
​​​​​​​Yekemîn Konfransa Komîteya Wêjeyê ya Rojavayê Kurdistanê dest pê kir
29 tebax, 2021   09:31
QAMIŞLO

Endamên Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM), nûnerên Rêveberiya Xweser, Saziya Zimanê Kurdî (SZK), akademîsyen, komîte û yektiyên rewşenbîran yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, beşdarî konfransê bûne.

Dihat payîn ku nivîskar û wêjevanên ji parçeyên din ên Kurdistanê û Ewrupayê jî tev li konfransê bûbana, lê belê ji ber zehmetiyên rêwîtiyê beşdar nebûn.

Komîteya Wêjayê ya Rojavayê Kurdistanê bi lidarxistina konfransa xwe ya yekemîn hewl dide sîwanekê ji bo nivîskar û wêjevanên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ava bike û xebatên wêjeyî di bin sîwana xwe de bike ye.

Hola konfrans lê tê lidarxistin, bi wêneyên nivîskar û wêjevanên Kurd ên ziman û wêjeyî Kurdî bi pêş xistine wekî “Celadet Bedirxan, Mûsa Enter, Hisên Çawîş” û pankertên li ser girîngiya wêjeyê, hatiye xemilandin.

Hevseroka TEV-DEM Zelal Ceger lidarxistina konfrnasê pîroz kir û diyar kir ku aloziya ji aliyê hêzên desthildar li herêmê ve tê birêvebirin, ji bo lawazkirina baweriya civakê ye û tirsa desthildaran ji miletê xwedî îrade heye û wiha dom kir: “Li hember êrişên dagirkeran ên dixwazin civakê parçe bikin, ev 10 sal in di Şoreşa Rojava de tekoşîn tê meşandin.”

Zelal bal kişand ser zehmetî û astengiyên ku wêjevan Kurdistanê pê re rû bi rû mabûn, da ku dîroka gelê xwe bi pênûs û pirtûkên xwe vebêjin û wiha dewam kir: “Hêzên desthilatdar naxwazin wêjevan rastiyan binivîsin. Divê li beramberî vê rewşê wêjevan dîroka gelê xwe bi rastî binivîse da ku karibin mîratekê bihêlin, nivîs mîrata ji civakê re ye, li gorî wan civak vîna xwe ava dike. Divê wêjevan dûrî mezhen, ol û siyasetê, heqîqetê derxin.”

Zelal da xuyakirin ku di Şoreşa Rojava de êdî wêjevanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi serbestî dikarin hest û ramanên xwe bînin ziman û wiha lê zêde kir: “Wêjevan dikare rastiya desthildariyê, aloziya aborî, azadiya jinan û zihniyeta ku hîn nehatiye guhertin, binivîse.”

Piştre endama rêveberiya Komîteya Wêjeyê ya Rojavayê Kurdistanê Botan Hoşê bixêrhatina mêvanan kir û destnîşan kir ku beriya şoreşa Rojava nivîskar û wêjevan ji ber hêzên desthildar nikarîbûn hest û ramanên xwe bînin ziman û wiha got: “Em hewl didin ku hemû saziyên rewşenbîrî û wêjeyî yên Bakur û Rojahilatê Sûriyê di bin sîwanekê de xurt bikin.”

Konfrans li pêşiya dezgehên çapemeniyê girtî dewam dike û beşdar raporên komîteyê, sîstema hundirîn, danîna plannameyekê ji bo du salên pêş û hilbijartina rêveberiya komîteya li ser astê Bakur û Rojhilatê Sûriyê, nîqaş dikin.

Komîteya Wêjeyê ya Rojavayê Kurdistanê di sala 2016`an de hatiye damezrandin, komîte bi xebatên wêjeyî û dayîna waneyên wêjeyî li zanîngehên Rojavayê Kurdistanê re mijûl dibe.

 (sb)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/NWd7MoIgiHs" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>