Rûsya baregehên çeteyan li çolistana Sûriyê bombeberan kir

Balafirên şer ên Rûsyayê piştê ku çeteyên DAIŞ`ê êrişî navendên hêzên hikûmeta Şamê li çolistana Dêrazorê kir, baregehên çeteyên DAIŞ`ê bombebaran kir.

Rûsya baregehên çeteyan li çolistana Sûriyê bombeberan kir
29 tebax, 2021   08:48
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku çeteyên DAIŞ`ê bi awayekî berfireh êrişî navend û nuqteyên hêzên hikûmeta Şamê li çolistana rojavayê Dêrazorê kir. 5 balafirên şer ên Rûsyayê bersiva êrişa dan û baregehên çeteyên DAIŞ`ê bombebaran kir. Li gorî agahiyan ku kuştî hene.

Tevî ku balafirên şer çolistana Sûriyê û navendên belavbûna çeteyên DAIŞ`ê bombebaran dike, lê heta niha nikarîbû hebûna DAIŞ`ê li wê herêmê tune bike.

(bx)