Hikumeta Şamê taxên Dera El-Beled topbaran kirin

Şeva din hêzên hikumeta Şamê bi moşekên erd-erd û tankan taxên Dera El-Beled topbaran kirin.

Hikumeta Şamê taxên Dera El-Beled topbaran kirin
29 tebax, 2021   08:19
 NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku şeva din hêzên hikumeta Şamê taxên Dera El-Beled bi moşekên erd-erd û tankan, topbaran kirin û di encamê de zarokek birîndar bû.

Hemwextî tevgera balafirên keşfê li asîmanê herêmê jî, li derdorê herêmê şerên demkurt rûdan.

(cx)